22 malbatan koperatîf ava kir û firin vekir

Li bajarokê Selhebiyê ya Reqayê 22 malbatan koperatîfek ava kir û firineke nan ku dê rojê 41 hezar û 600 nan derxe, vekir.

22 malbatan koperatîf ava kir û firin vekir
22 malbatan koperatîf ava kir û firin vekir
22 malbatan koperatîf ava kir û firin vekir
22 malbatan koperatîf ava kir û firin vekir
22 malbatan koperatîf ava kir û firin vekir
22 malbatan koperatîf ava kir û firin vekir
22 malbatan koperatîf ava kir û firin vekir
22 malbatan koperatîf ava kir û firin vekir
22 malbatan koperatîf ava kir û firin vekir
13 tîrmeh, 2025   14:43
REQA

Li bajarokê Selhebiyê 22 malbatên hatin cem hev, bi alîkariya Komîteya Koperatîfan a girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê koperatîfek ava kir.

Malbatan bi rêya koperatîfê firineke nan a ku dê xizmetê bide bajarokê vekir.

Firin îro (13ˊê Tîrmeh) bi merasîmekê hat vekirin. Di merasîmê de hevserokên Komîteya Koperatîfan, Komîteya Aboriyê ya Reqayê, endamên Meclisa Gel a bajaroka Selhebiyê û şêniyên bajarokê amade bûn.

Hevserokê Komîteya Koperartîfan a Reqayê Ebdulxefûr El Rûmî diyar kir ku ev proje di çarçoveya avakirina civaka komînal de hatiye pêkanîn.

Piştî axaftinê hat vekirin. Hat diyarkirin ku firin dê rojê 41 hezar û 600 nan derxe.

(k)