Piştî zêdetirî 10 rojan agirên li peravê hatin kontrolkirin

Tîmên agirkujiyê piraniya agirên daristanan ên ku berî 10 rojan li perava Sûriyeyê derketibûn kontrol kirin.

Piştî zêdetirî 10 rojan agirên li peravê hatin kontrolkirin
13 tîrmeh, 2025   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî zêdetirî  10 rojan, tîmên agirkujiyê  îro yekşemê,  piraniya agirên daristanan ên ku li perava Sûriyeyê belav bûbûn kontrol kir. Ji bo ku agir dîse vênekeve xebatên sarkirin û çavdêriyê berdewam dikin.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, agir di destpêka Tîrmehê de ji ber germahiya zêde derket û zêdetirî 100 kîlometreçargoşe daristan û erdên çandiniyê yên li perava Sûriyeyê wêran kir. Erdnîgariya herêmê ya asê, hebûna mayînan û bermahiyên şer hewldanên vemirandinê asteng dikirin.

Tîmên agirkujiyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha tîmên ji Urdun, Iraq û Tirkiyeyê  beşdarî hewldanên vemirandina agir bûn.

Tîmên agirkujiyê niha rêyên nû di nav daristanan de çêdikin da ku tevgera tîmên agirkujiyê hêsan bikin û eger agirike nû derket nehêlin belav bibe.

(k)