Gerîlaya azadiyê Dunya Dicle li Girkê Legê hat bibîranîn

Gerîlaya HPG’ê Dunya Dicle li Girkê Legê bi merasîmekê hat bibîranîn. Hate gotin, fedakariyên şehîdan ronahiya rêya azadiyê ne.

13 tîrmeh, 2025   14:34
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a  bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê ji bo gerîlaya HPG’ê Dunya Dicle (Sozdar Dîlî Hesen) a ku 26ˊê Mijdara 2024ˊan li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, merasîmek li dar xist. Merasîm li pêş avahiya Sendîkaya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê yê Girê Legê bi amadebûna bi sedan xelkê Girkê Legê, Rimêlan, Dêrik, Çilaxa, koçberên Efrînê û endamên saziyên sivîl pêk hat.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Narîşan Berekat axivî û diyar kir ku fedakariya şehîdên wek şehîd Dunya Dicle bingehên azadiyê ava dike, qeydên koletiyê yên li jinê û civakê hatine ferzkirin dişikîne.

Li ser navê Meclisa Kongra Star a Dêrikê jî Wefa Elî  axivî û diyar kir ku şehîd Dunya sembola fedakarî û baweriya bi doza gelê xwe bû. Her wiha anî ziman ku wê bîranînên şehîdan bibin çira û rêyan ronî bikin.

Li ser navê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Yûnis Hacî jî destnîşan kir ku fedakariyên şehîdan ronahiya rêya azadiyê ne û ev tişt anî ziman: "Şehîd Dunya ne tenê gerîlayek bû, lê li hember zulmê dengê rastiyê bû. Xwedîderketina li keda şehîdan ji bo her kesên bi azadî û demokrasiyê bawer e berpirsiyariyek e."

Dayika şehîd Dunya Dicle, Fatme Lekto anî ziman ku ew bi şehadeta keça xwe serbilind e û got: "Tevî ku êşa dûrketin û nedîtinê jî giran e, lê serê min bi wê bilind e, ji ber ku keça min rêya têkoşîn û rûmetê hilbijart û di oxira azadiya gelê xwe de canê xwe da. Ne ji bo lawaziya digirîn, lê ji ber serbilindiyê. Weke keça min bi lehengî kiriye, em ê li hember zulmê têkoşîna xwe bidomînin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û di nava tilîliyên dayikan de radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA