Komîsyon dê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike yan na, dê çi raporê amade bike?

Endamê komisyona ku li parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin Sarûhan Oluç, da zanîn ku heta niha mijara hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bi awayekî fermî nehatiye rojevê, lê wan bingeha wê amade kiriye û dê bînin rojeva komîsyonê. Oluç têkildarî naveroka rapora ku dê amade bikin jî agahî dan.

Komîsyon dê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike yan na, dê çi raporê amade bike?
30 îlon, 2025   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Piştî Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê pêvajoyek hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de di bin sîwaneya Parlamentoya Tirkiyeyê de 25’ê Tîrmeha 2025’an Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî hat avakirin. 

Komîsyona ku ji 51 nûnerên partiyên siyasî yên li parlamentoy pêk tê, ji 5’ê Tebaxê ve dest bi hevdîtinan kir. Komîsyonê heta niha 12 civîn pêk anîne û rêxistinên civakî, saziyên mafên mirovan, dayikên aştiyê, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, serokên berê yên parlamentoyê, serokê MÎT’ê, wezîrên karên hundir û parastinê guhdar kirin.

Di hevdîtinan de herî zêde daxwaza çareseriya aştiyane, sererastkirinên yasayî, hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re derket pêş.

Li gorî nirxandinên Serokê Komîsyonê Numan Kurtulmuş (di heman demê de serokê parlamentoyê ye) ku 24’ê îlonê kiribûn, hevdîtinên komîsyonê ber bi dawiyê ve diçin û dê raporekê pêşkêşî parlamentoyê bikin.

Parlamentoya Tirkiyeyê wê sibe (1’ê Cotmehê) dest bi xebatên sala nû ya yasadanînê bike. Lê hîn jî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk nehatiye. Numan Kurtulmuş di axaftina xwe de gotibû ku mijar nehatiye rojeva komîsyonê. Dîsa li ser naveroka ku tê gotin dê bê amadekirin agahiyên berfireh nehatine parvekirin.

Derbarê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û rapora ku dê bê amarekirin de, endamê Komîsyonê Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Oluç pirsên ANHA’yê bersivandin.

‘HEVDÎTINA BI BIRÊZ OCALAN RE DÊ WERE ROJEVÊ’

* Numan Kurtulmuş û we jî bal kişand ku hevdîtinên komîsyonê bidawî dibin. Lê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk nehatiye. Li gorî Kurtulmuş ev mijar nehatiye rojeva komîsyonê. Gelo mijar hatiye rojevê yan jî dê were yan na?

Me derbarê hevdîtina bi Birêz Ocalan re de bi rêveberiyên partiyan û endamên partiyan ên di komîsyonê de hevdîtin kirin. Me pêşniyara xwe ya liser mijarê vegotin û girîngiya wê anî ziman. Me nêrînên wan wergirtin. Lê me hîn bi awayekî fermî ne aniye rojeva komîsyonê. Eger amadekariyek wiha nehatibe kirin û mijar hatiba rojeva komîsyonê, dê encamên wê bi rîsk buna. Ji ber wê me pêş amadekariyek kir û bê guman dê were rojevê. Di civînên pêş de em ê biryara wê bigirin. Têkildarî mijarê em bi Nûman Kurtulmuş re jî axivîn. Di navbera hefteyek hate 10 rojan de wê 1-2 civînên din çêbibin û encam were girtin.

NAVEROKA RAPORÊ HÎN NEHATIYE GOTÛBÊJKIRIN

* Hat gotin ku heta niha bi 80 kesan re hevdîtin hatiye çêkirin û 830 rûpel girtename hatine girtin. Dîsa hat gotin ku li gorî van girtenameyan raporek were amadekirin û pêşkêşî parlamentoyê were kirin. Gelo dê naveroka raporê çawa be, nîqaşek wiha hatiye kirin an na?

Dê di yek-du rûniştinan de qonaxa guhdarkirinê bi dawî bibe û dest bi nîqaşkirina naveroka raporê bê kirin. Naveroka vê raporê hîna di komîsyonê de nehatiye nîqaşkirin. Piştî bidawîkirina guhdarkirinan dê naveroka raporê bê nîqaşkirin. Naverok wê di çarçoveya nîqaşên heta niha hatine kirin de be. Komîsyon wê têkildarî yasayan pêşniyaran bide komîsyonên pispor ên di meclîsê de. Komîsyon wê pêşniyar bike ka kîjan komîsyonên pispor li ser kîjan teklîfên zagonan kar bikin.

DÊ PÊŞNIYARÊN YASAYÎ WERIN KIRIN

* Piştî pêşkêşkirina raporê dê li meclîsê girêdayî pêvajoyê çi bê kirin?

Dema meclîs vebû (1’ê Cotmeha 2025’an) û rapor hat pêşkêşkirin dê komîsyonên pispor ên meclîsê hin xebatan bimeşînin. Mînak em bêjin komîsyona edaletê, komisyona karên hindir xebatek girêdayî zagonên ku divê bên derxistin bimeşînin. Dê partî pêşniyarên li ser zagonan bigihînin van komîsyonan. Piştî komîsyonan xebata xwe temam kirin, dê teklîfên zagonî pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin. Divê li bendê nebin ku ev teklîfên zagonî hemû di carekê de derkevin. Dê parçe parçe bikevin rojevê.

XEBATÊN KOMÎSYONÊ YÊN PÊŞEROJÊ

* Piştî ku rapor pêşkêşî meclîsê hat kirin, dê komîsyon xebatên xwe çawa bidomîne?

Komîsyonê heta dawiya vê salê (2025) wext ji xwe re diyar kiribû. Dema nû hat avakirin, hatibû gotin ku eger pêwîst bike dema xebata wê her 2 mehan carekê were dirêjkirin. Piştî rapora yekemîn xilas kir, dikare li ser teklîfên zagonan nîqaşan jî bike, lê eger bêjin ‘emê vê nîqaşê di komîsyonên pispor de bikin’, komîsyon dê heta demekê pêşketinan bişopîne û li gorî pêwîstiyan careke din kom bibe; girêdayî pêvajoyê kîjan gav bên avêtin nîqaş bike û binirxîne. Xebata wê dê li ser pêwîstiyên din be, ew jî pêwîstiyên di zemîna hiqûqî û zagonî de ne. Ji bilî wê jî eger pêşniyar bên kirin, helbet dê ew pêşniyar jî bên nirxandin. Em ê vê yekê di rojên pêş de bibînin.

(a)

ANHA