Fermandarekî Siwêdayê: Em ê bersiva êrişan bidin

Yek ji Fermandarên Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê diyar kir ku hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê binpê dikin û destnîşan kir ku ew amade ne bersiva çi êrişa li dijî wan were, bidin.

Fermandarekî Siwêdayê: Em ê bersiva êrişan bidin
30 îlon, 2025   03:45
SIWÊDA

Li gorî yek ji fermandarên Hêzên Fursan El Hemze yê ser bi Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi awayekî berdewam agirbestê binpê dikin. Binpêkirina herî dawîn di 27’ê Îlonê de bû. Kesek bi balafirên bêmirov hate armanckirin. Rojane êrişî gundên tijî niştecih dikin, topbaran li dijî bajarê Siwêdayê jî pêk tê. Metirsî çêbûye ku agirbesta hatiye ragihandin, têk biçe. Ihtîmala careke din tundî li herêma başûr çêbibe, heye. 

Endamê Fermandariya Hêzên Fursan El Hemze Yamin Sexîr der barê rewşa li Siwêdayê de ji ajansa me re axivî. Sexîr got, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rojane agirbestê binpê dike û ev tişt anî ziman: “Binpêkirina agirbestê bi saetan pêk tê, heta nabe bi rojan. Lê dîsa ew li gorî agirbestê tev digerin.”

13’yê Tîrmehê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên girêdayî wê komkujî pêk anîn. Şervanên xwecih ên Siwêdayê bersiva êrişkaran da. Li aliyê din Îsraîl jî kete tevgerê. Hêzên xwecih ên Siwêdayê niha wekî Hêzên Parazvanên Nîştimanî tên naskirin.

Bi serkêşiya hêzên navneteweyî û herêmî agirbest di 20’ê Tîrmehê de hate ragihandin. Lê heta îro binpêkirina agirbestê didome.

Sexîr, da zanîn ku binpêkirin li gundên El Micêmir, Necwa Era, El Mecdel û Kenakir çêdibe û diyar kir ku: “Ji bilî wan gundan hin caran topbaran heta li dijî bajarê Siwêdayê çêdibe. Hin taxan bi hawanan topbaran dikin.”

 Endamê Fermandariya Hêzên Fursan El Hemze Yamin Sexîr di berdewama axaftina xwe de desnîşan kir ku ligel hemû binpêkirinan ew li gorî agirbestê tev digerin û wiha dom kir: “Em li gorî agirbestê tev digerin. Tu ferman ji me re nehatiye dayîn em bersiva binpêkirinan bidin. Lê ji her tiştekî re sînorek heye. Hêzên hikumeta veguhêz dixwazin tevliheviyê derxin. Armanca wan ew e bi kêfa xwe herin û werin û tişta bixwazin di Siwêdayê de bikin. Em ê jî tu carî rê nedin wan.”

‘EM JI BO BERSIVDANÊ AMADE NE’

Sexîr der barê amadekariyên hêzên leşkerî yên Siwêdayê de ev agahî dan: “Em amade ne bersiva êrişan bidin. Divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê binpêkirina agirbestê rawestîne.”

Sexîr li ser sîstema wan a rêxistinî got: “Hêzên me ji rewşa koman derketiye. Em îro hêza leşkerî ya yekbûyî ne. Ev gav bi pîrozbahiya Şêx Hikmet El Hecerî pêk hatiye. Em hêza xwe ji wî digrin. Parêzvanên Nîştimanî bûne hêviya gelê Siwêdayê û di bin yek fermandariyê de dixebitin.”

Sexîr da zanîn ku têkiliya wan bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re tune ye û wiha dom kir: “Tu hevkariya me bi hikumeta DAIŞ’iyan re tune ye. Nêrîna dewletê li cem wan tune ye. Fikrên wan ne li gorî xelkê Siwêdayê ne.”

Endamê Fermandariya Hêzên Fursan El Hemze Yamin Sexîr di dawiya axaftina xwe de bang li xelkên Siwêdayê kir ku li derdora hêzên wan kom bibin û got, ew hêza parastina xak û rumeta wan e.

(dc)

ANHA