Komînên Çilaxa konferansa xwe li dar xist

Di konferansa komînên Çilaxa de pirsgirêkên li pêşiya komînan û rêbazên derbaskirin û pêşxistinê hatin vegotin.

11 îlon, 2025   15:59
QAMIŞLO

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê bi beşdariya pêkhateyên bajar Kurd, Ereb, nûnerên partiyên siysî, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, rûspiyên eşîran û endamên komînan, konferansa taybet a komînan hat lidarxistin.

Konferansa bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina aştî û civaka demokratîk e" hat lidarxitin bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Yûnis Hacî û Niza Seyfedîn nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê girîngiya komînan de bi zimanên kurdî û erebî xwendin.

Piştre jî benda têkildarî rêxistinkirina komînan a di hevpeymana civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat xwendin û rêbazên pêşxistina komînan hatin nîqaşkirin.

Di nîqaşan de pirsgirêkên li  pêşiya komînan, bi taybetî di aliyê rêxistinî û hemahengiyê de hatin vegotin. Hate diyarkirin ku divê tevahî komîteyên komînan, bi taybetî jî komîteyên parastinê werin aktîfkirin û rola komînan wekî lêvegera bingehîn a xebata civakî were sepandin.

Di konferansê de ji bo pêşxistina komînan de pêşniyar hatin kirin. Hat gotin, divê komîngehan li gund û bajar werin avakirin, projeyên xizmetguzarî û kooperatîf werin vekirin, civînên zanistî ji endamên komînan re werin lidarxistin û bendên hevpeymana civakî werin şîroveirin. Pêşniyar hat kirin ku dersên li ser komînan derbasî minhacên pewerdeyê yên dibistanan werin kirin.

Zehmetî û pêşniyarên ku di civînê de hatin vegotin hatin nîvisandin da ku di konferansa giştî ya komînan a li ser asta kantona Cizîrê werin nîqaşkirin û der barê yekkirina xebatên komînan de mekanîzmeyeke hevpar were dayîn.

(bb)

ANHA