Daxwaza berdana Ayşe Gokkan hate redkirin

Piştî ku biryara têkildarî Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xerakirin, doz jinûve hatê dîtin, lê belê daxwaza berdanê hate redkirin.

Daxwaza berdana Ayşe Gokkan hate redkirin
11 îlon, 2025   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Danişîna doza Berdevka Demê ya TJA’yê ya berê Ayşe Gokkan ku 5 sal in girtî ye, hat lidarxistin û daxwaza tehliyeya wê hate redkirin. Ayşe Gokkanê bal kişand ser pêvajoyê û got divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. 

Li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî daye rêxistinê” cezayê hefsê hatibû birîn. Dadgeha Dadî ya Bilind, ji cezayê hatiye birîn ji beşa “endamtiya rêxistinê” betal kir û Ayşe Gokkan jinûve hate darizandin. Ji bo Ayşe Gokkan 2 caran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 19 sal cezayê girtîgehê, bi îdiaya “bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 7 sal û 6 meh û ji îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” jî 3 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Danişîna dozê, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ayşe Gokkan, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên Ayşe Gokkanê, Berfîn Lutfiye Gokkan û Ozum Vurgun jî di danişînê de amade bûn. Endamên malbata Gokkan, Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.

 Ayşe Gokkanê parastina xwe bi Kurdî kir. Ayşe Gokkanê diyar kir ku parastina xwe ya ji 25 rûpelan pêk tê ji dadgehê re şandiye û got: “Nêzî 5 sal in girtî me. Ji ber ku şandeya dadgehê ya berê êrişî parêzeran kir, min dadgeh qebûl nekir û min daxwaza guherandina dadger kir. Ez, vê darizandinê qebûl nakim.”

Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Ayşe Gokkanê bidome û danişîna dozê taloqî 30’ê Kanûnê kir.