Komîna Film a Rojava Halîl Dag bi bîr anî

Komîna Film a Rojava salvegera 16ˊan a şehadeta derhênerê sînameyê Halîl Dag bi bîr anî, her wiha hevalên wî yên derhêner diyar kir ku şehîd Halîl sînameya şoreşgerî zîndî kir, daxmayeke berxwedan û lehengiyê di sînameya Kurdî de danî.

Komîna Film a Rojava Halîl Dag bi bîr anî
1 nîsan, 2024   19:33
QAMIŞLO

Komîna Film a Rojava derhênerê sînameyê Halîl Daq di salvegera şehadeta wî ya 16ˊan de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê de bi bîr anî.

1ˊê Nîsanê salvegera 16ˊan a şehadeta Halîl Dag e, ku di 2008ˊan de di kemîneke artêşa Tirk a dagirker li herêma Besta ya Botanê ya Bakurê Kurdistanê de şehîd bûbû.

Bi beşdariya gelek endamên komînê, xelkê, derhênerên sînameyê merasîma bîranînê dest pê kir. Dûre sînevîzyonek der barê xebatên şehîd Halîl Dag de, bi taybet di dema amadekirina wî ya filman û jiyana wî de hate pêşkêşkirin.

Dûre hevalên şehîd Halîl Dag bîranînên xwe pê re vegotin. Derhênerê sînameyê û endamên Komîna Film a Rojava Nûman Xeyt behsa jiyana şehîd Halîl Dag kir û diyar kir ku şehîd Halîl li Almanyayê ji dayik bûye, jiyana xwel i Izmîrê derbas kir, her wiha di kanala Med TV de xebitî. Piştî berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û hezkirina wî ji jiyana gerîlatiyê re tev li gerîla bû.

Xeyt wiha domand: "Şehîd Halîl pir ji karê xwe hez dikir û wefedar bû. Ji lew re xwest tiştekî nimûne ji gelê xwe re pêşkêş bike û mîraseke dîrokî bihêle. Ev yek ji taybetmendiyên sînameger bû ku rastiyê bi rêbaza hunerî derxe pêş."

Endama Komîna Film a Rojava û derhênera sînameyê Jîna Asmîn li ser taybetmendiyên şehîd axivî û got şehîd Halîl di dilên piranî gelan de cihekî xwe çêkir, çalak bû, wî sînameya şoreşgerî bi pêş xist û li ser vê bingehê tê koşiya û mîraseke tije li pey xwe hişt, filma Bêrîtan mînak e.

Derhêner Emîn Egîzek axivî û got: "Şehîd Halîl Dag xwest ruhê berxwedanê û lehengiyê yê li cem gelê Kurd derxe. Ji ber ku di tevahî filmên li ser Kurdan çêkirine, behsa zulm û zordariya li dijî Kurdan dike, lê şehîd Halîl xwest berxwedana vî gelî bide pêş."

(fr)

ANHA