Di êrişa Îsraîlê li dijî Şamê de 8 berpirsên Îranî hatin kuştin

Vê êvarê di encama êrişa Îsraîlê li dijî avahiya balyozxaneya Îranê ya li Şamê de 8 berpirsên payebilind ên Îranî, di nav de Mihemed Riza Zahidî hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê li dijî Şamê de 8 berpirsên Îranî hatin kuştin
1 nîsan, 2024   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî dîplomasî ji dezgehên çapemeniyê re aşkera kiriye, endamên dîplomasiyê yên Îranê yên li Şamê baş in, lê avahiya balyozxaneyê bi temamî hatiye rûxandin.

Mihemed Riza Zahidî fermandarê ˊHêza Qudisˊ li Lubnan û Sûriyeyê ye. Her wiha kanala ˊXeberˊ a Îranê daxuyand ku gelek şêwirmendên Îranê di nav de berpirsên mezin di encama êrişa Îsraîlê de hatine kuştin.

Çavkaniyekî leşkerî ji hêzên Şamê got; "Saet 17:00ˊan vê êvarê, Îsraîlê ji Colana Sûriyeyê ya dagirkirî ve avahiya balyozxaneya Îranê ya li Şamê hedef girt, lê pergala parastinê ya asîmanî hin moşekên Îsraîlê xistin."

Heman çavkanî got; "Îsraîlê avahî bi giştî rûxand, şehîd û birîndar hene. Niha cenazeyên şehîdan tên derxistin, birîndar û kavil tên rakirin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) anî ziman ku di êrişa Îsraîlê li dijî avahiya balyozxaneya Îranê ya li Mezê ya Şamê de, li gorî agahiyên destpêkê fermandarên payebilind û şêwirmendên Îranê û 5 pasdarên Îranê hatine kuştin. Li kêlek wê jî agahî hene ku fermandarê Feyleq El Qudis bi heman êrişê hatiye kuştin.

(fr)