Li Reqayê pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan

Ciwanên PYDˊê li kantona Reqayê bi boneya nêzbûna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiya pirtûkxaneya gerok da destpêkiurin û pirtûkan li xelkê belav dikin.

Li Reqayê pirtûkxaneya gerok a pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
1 nîsan, 2024   19:01
REQA

Bi dehan Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê û gundewarên wê li çerxerêyên Neîm û Delê yên Reqayê kom bûn û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li xelkê belav kirin.

Bi boneya nêzbûna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4ˊê Nîsanê) ev çalakî hat lidarxistin.

Beriya vekirina pirtûkxaneyê, li ser navê Ciwanên PYDˊê, endama Komîteya Rêxistinê Sena Mihemed Elî axivî û got: "Em bi xêrhatina we dikin. Çalakiya pirtûkxaneya gerok a Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya rêzeçalakiyên rojbûna Rêbertî de hat destpêkirin. Em ciwan û fedaîyên Rêbertî li qadan in, da ku dengê xwe bigihînin faşîsta Tirk ku em li ser fikir û felsefeya Rêberê xwe ne."

Çalakiya pirtûkxaneya gerol sibe li Parka Reşd û Parka Jina Azad saet 16:00ˊan heta saet 18:00ˊan li dar dikeve.

(fr)

ANHA