Komcivîna 1ˊemîn a meclis û komînên Reqayê hat lidarxistin

Di Komcivîna 1ˊemîn a meclis û komînên Reqayê gelek biryar hatin dayîn; têkoşîn û pêngavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan werin mezinkirin, rola meclisên gelan û komînên jinan werin aktîfkirin.

9 ÇILE, 2024   18:24
REQA

Meclisa Giştî ya Kantona Reqayê Komcivîna 1ˊemîn a meclis û komînên li 4 kantonan Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê li dar xist. Komcivîn li hola Mişwar a Reqayê bi diruşma ˊKomîn garantiya neteweya demokratîk eˊ hate lidarxistin.

Di komcivînê de endamên meclisên 4 kantonan û nûnerên saziyên sivîl, şênî, hevseroketiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên wê beşdar bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên El Osman bixêrhatina beşdaran kir û got: "Hevpeymana Civakî ya nû roleke mezin da meclis û komînan ku biryaran bidin û li gor hevpeymanê her welatiyek dikare di dayîna biryaran de beşdar be da ku biryar nenavendî be."

Piştre hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bêrîvan Xalid wiha axivî: "Şoreşa me şoreşa komînan, şoreşa jinan û civakê ye, bi van bingehan em ber bi misogeriya rêveberiya xwe û avakirina hêza xwe ya xweser ve diçin. Hûn bûn bingeha têkbirina desthilata navendî."

Hevseroka Meclisa Giştî ya kantona Reqayê Heyfa El Ebdullah 4 mijarên komcivînê; mijarên komîn, civak û jiyan, aboriya komînal û projeyên jinan û civaka exlaqî û akademî xwendin û ew mijar hatin nîqaşkirin.

Di komcivînê de şanoyek ji aliyê Koma Hîlala Zêrîn li ser rola jinan di civakê de û yek ji bo bîranîna şehîd Sakîne Cansiz hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya komcivînê de hin biryar hatin hatin dayîn, ew jî wiha ne:

-Bilindkirina asta têkoşînê bi rêya çalakî û hemleyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

-Lidarxistina panel, civîn û komcivînan ji bo gelan da ku ew erkên rastîn ên komînê û karê Meclisa Gelan nas bikin.

-Garantiya temsîlkirina komînê bi hevserokatiyê.

 -Pêkanîna Hevpeymana Civakî ya ku ji aliyê Meclisa Gelan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye erêkirin.

-Lidarxistina komcivînên diyalogê yên meclis û komînan bi awayekî salane.

-Destekdayîna aboriya civakî ya komînan.

(mh)

ANHA