Di 2 êrişên DAIŞ'ê de 16 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di 2 êrişên DAIŞ'ê li dijî leşkerên hêzên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyeyê de, zêdetirî 16 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Di 2 êrişên DAIŞ'ê de 16 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
9 ÇILE, 2024   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê li herêma Meheta Salîse (stasyona sêyemîn) ya çolistana Tedmurê ya rojhilatê Humisê êrişî otobîseke leşkerên hêzên hikumeta Şamê kir, di encamê de 14 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û zêdetirî 19 jî birîndar bûn.

Birîndar ji bo nexweşxaneya Tedmurê hatin veguhastin.

Di heman çarçoveyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Esreya ya rojavayê Reqayê êrişek pêk anî û di navbera wan û hêzên hikumeta Şamê de pevçûn derket ku piştre çeteyên DAIŞ'ê ber bi navenda çolistanê ve vekişiyan. Di encama êrişê de leşkerekî payebilind û endamekî "Dîfa El Wetenî" hatin kuştin.

Li çolistana Sûriyeyê ji destpêka îsal de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê li herêmên hêzên hikumeta Şamê, rewş ne aram e.

(mh)