Hizbullah biryargeha artêşa Îsraîlê hedef girt

Hizbullah a Lubnanê ragihand ku wê navenda fermandariya herêma bakur a artêşa Îsraîlê hedef girt.

Hizbullah biryargeha artêşa Îsraîlê hedef girt
9 ÇILE, 2024   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullah bi daxuyaniyekê ragihand ku balafira wê ya bêmirov navenda fermandariya herêma bakur a artêşa Îsraîlê ya li Sefedê hedef girt û da zanîn ku ev êriş ji bo bersivdayîna hedefgirtina serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemas Salih El Arûrî û fermandarê Hizbullah Wîsam El Tewîl e.

Berdevkê artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku li dijî baregehek li bakur êrişeke hewayî hat pêkanîn û tu zirar nebûn û anî ziman ku tu agahî der barê cihê êrişê de diyar nekirin.

Di êrişeke Îsraîlê ya asîmanî li Beyrtûê de El Arûrî tevî 6 kesên din hatin kuştin.

(mh)