Kombûna Jinan a Zenûbya banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir

Kombûna Jinan a Zenûbya diyar kir ku piştî erdheja li navçeya Gemlîkê yê nêzî girtîgeha Îmraliyê di 23`yê Sibatê de çêbûye, li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi fikar e.

Kombûna Jinan a Zenûbya banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir
26 sibat, 2024   15:35
REQA

Kombûna Jinan a Zenûbyayê bi daxuyaniyekê bang kir ku demildest rewşa Rêber Abdullah Ocalan bê aşkerakirin.

Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya Emel El Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de kombûnê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku sûc li dijî têgeh û nirxên mafên mirovan in.

Kombûnê bang kir ku demildest rewşa Rêber Abdullah Ocalan bê aşkera kirin û got CPT berpirsê sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike.

Her wiha kombûnê bang kir ku têkoşîn bê mezinkirin ji ber ku rewşa li Îmraliyê êdî metirsîdar e.

(şx)

ANHA