Xebatên komkirina îmzeyan li Dêrazorê dest pê kirin

Şêniyên kantona Dêrazorê destnîşan kirin ku divê şêniyên herêmê beşeke têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bin û tev li hemleya komkirina îmzeyan bibin.

Xebatên komkirina îmzeyan li Dêrazorê dest pê kirin
Xebatên komkirina îmzeyan li Dêrazorê dest pê kirin
Xebatên komkirina îmzeyan li Dêrazorê dest pê kirin
Xebatên komkirina îmzeyan li Dêrazorê dest pê kirin
Xebatên komkirina îmzeyan li Dêrazorê dest pê kirin
Xebatên komkirina îmzeyan li Dêrazorê dest pê kirin
Xebatên komkirina îmzeyan li Dêrazorê dest pê kirin
26 sibat, 2024   15:32
DÊRAZOR

Li bajarokê Hecînê yê rojhilatê kantona Dêrazorê konek ji bo komkirina îmzeyan hate vedan. Di roja yekemîn a çalakiyê de şênî, endamên tevgera ciwanên şoreşger, şêx û rûspiyên êlan îmzeyan xwe dan.

Berdevkê Meclisa Êlan a El Bû Kemalê Selah El Selman got: "Divê cîhan tev da û rêxistinên mafên mirovan destwerdanê bikin, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Hevserokê Komîteya Xebatên Xizmetguzariyê ya herêma Şerqiye Xelîl El Hindawî jî got: "Gotina me û daxwaza me yek e ew jî bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."

Hevseorkê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Saêr El Rebî jî got: "Îro hemleya komkirina îmzeyan li herêma Şerqiye dest pê kir. Ev tenê destpêk e û dê bi bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe."

Çaverê ye ku hemle heta 15 rojan li rojhilatê kantona Dêrazorê berdewam bike.

(şx)

ANHA