Koçberên Siwêdayê: Birçîbûn ji vegera neewle baştir e

Koçberên gundewarên Siwêdayê daxwaz dikin ku bi komî û ewle vegerin gundên xwe. Her wiha gundên wan ji mayînan paqij bikin û ji bo malên xwe lê bikin bi wan re bibin alîkar.

Koçberên Siwêdayê: Birçîbûn ji vegera neewle baştir e
Koçberên Siwêdayê: Birçîbûn ji vegera neewle baştir e
Koçberên Siwêdayê: Birçîbûn ji vegera neewle baştir e
Koçberên Siwêdayê: Birçîbûn ji vegera neewle baştir e
Koçberên Siwêdayê: Birçîbûn ji vegera neewle baştir e
Koçberên Siwêdayê: Birçîbûn ji vegera neewle baştir e
Koçberên Siwêdayê: Birçîbûn ji vegera neewle baştir e
Koçberên Siwêdayê: Birçîbûn ji vegera neewle baştir e
23 gulan, 2026   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Siwêdayê derdora 70 hezar koçberên gundan li navendên koçber lê dimînin, dijîn. Li van navendan derfet di destê wan de nîn in ku debara jiyana xwe bikin û pêdiviyên xwe pêk bînin. 

Welatiya bi navê Munîre Mihemed Zehredîn wiha got: "Ez ji gundê Welga me. Ev 9 meh e em ji gundê xwe koçber bûne. Destpêke xelkê bajar û xerîb bi me re bûn alîkar. Di van 4 mehên dawiyê de kesek bi me re nabe alîkar. Gundê me hatiye wêrankirin, mayîn lê danîne û ji şêniyên gund kî dixwaze vegere gefê li wan dixwin û tehdît dikin. Şêniyên gund nikarin bi tena serê xwe vegerin, divê hemû komî vegerin."

Welatiyê bi navê Şaqî Fewzî Ezam ji gundê El Dewrî ye got piştî gundên wan topbaran kirin û malên wan wêran kirin ew neçar man ku ji gundê xwe derkevin. Ezam destnîşan kir ku aliyên êrişî gundê wan kirine ji xelkê Siwêdayê re dibêjin "kafir" û ew ji ber vê yekê venagere.

Ezam da zanîn ku bi vê gotina "kafir" re dixwazin komkujiyên xwe yên li ser Durzî û kêmneteweyên dîtir rewa bikin û got: “Heyanî hikumeta demkî di gundên me de be em venagerin.”

MAL Û BINESAZÎ WÊRAN BÛNE

Welatiyê bi navê Atif Ebû Hemra ku ji gundê Kêf e û astengdar e, wiha got: "Malbata me tîrmehê 2025`an neçar ma ku koçber bibe. Piştî demekê ez hatim min li mala me nêrî min dît ku her tişt wêran kirine. Binesaziya gund, şebekeyên elektirîkê û avê hemû dizîne.”

Xortê bi navê Qeys Şetîn diyar kir ku ew tev li însiyatîfa civakî bûye da ku bikarin bi zarok û malbatên koçber re bibin alîkar. Her wiha got hemû koçber dixwazin komî û bi ewle vegerin gundên xwe.

(np)

ANHA