Koçberên Serêkaniyê hêviyên xwe yên vegera ewle dubare kirin

Ev sala 7'emîn e koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî yên li kampa Telaê ya bajarê Hesekê zehmetiyên koçberiyê ji ber kêmbûna alîkariyan dikişînin. Bi hatina sala nû re koçberan hêviyên xwe yên vegera ewle dubare kirin.

Koçberên Serêkaniyê hêviyên xwe yên vegera ewle dubare kirin
1 ÇILE, 2026   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Ji dema hilweşîna rejîma Baasê û hatina hikumeta veguhêz ve, pirsgirêka koçberan yek ji pirsgirêkên herî sereke yên di rojevê de ye.

Koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî yên li kampa Telaê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ev sala 7'emîn e di rewşên mirovî yên dijwar re derbas dibin, bi ser de jî alîkarî û xizmetên sereke kêm in.

VEGERA EWLE Û BIRÛMET

Koçber Beşar Îsa Koş got ev 6 sal e ew koçber bûne û hêviyên xwe yên vegera ewle û aram li warê xwe di sala nû de, anîn ziman û got: "Em vegereke ewle û birûmet dixwazin. A girîng ew e ku em birûmet vegerin xaka xwe, lê belê heta ku dagirkerî heye veger ne pêkan e."

'EZ BÊRIYA BAJARÊ XWE DIKIM'

Koçber Şêxa Hemî Xelîl jî piştî 6 salan ji koçberiyê bang li civata navneteweyî kir ku vegera ewle ya tevahî koçberên Sûriyeyê misoger bike û got: "Hêviya me ji sala 2026'an ew e ku bajarê me rizgar bibe û em lê vegerin, lê belê em vegereke ewle û adilane dixwazin."

Reden Ehmed Oso jî bêrîkirina xwe ji bajarê xwe re anî ziman û got: "Dilê min bêriya bajarê min dike. Ez dixwazim bi piyan lê vegerim, hewcedariya me bi erebeyan tune ye. Em bawer in ku em ê rojekê vegerin."

‘EM JI VÊ ZEHMETÊ BÊZAR BÛNE'

Koçber Betûl Cuma El Hemed got wan 6 salên koçberiyê bi zehmetî û êş derbas kirine û got: "Em êdî ji vê zehmetiyê bêzar bûne. Em hêvîdar in di sala nû de bi ewlehî û aramî vegerin malên xwe û xêr li seranserî Sûriyeyê belav bibe û vegera me bi serbilindî, rûmet û ewlehî be.”

Koçberên Serêkaniyê jî wekî tevahî koçberên Sûriyeyê bi mafê xwe yê vegerê ve girêdayî ne û hêvîdar in di qonaxa bê de çareseriyên rastîn ji bo pirsgirêka wan werin peydakirin.

(mh)

ANHA