‘Zêdebûna aloziyan li Sûriyeyê nerazîbûna li dijî hikumeta veguhêz zêde dike’

Çalakvan û siyasetmedarên Sûriyeyê diyar kir ku zêdebûna aloziyên ewlehiyê û binpêkirinên li deverên cuda yên welêt bûne sedema kûrbûna nerazîbûna civakî li dijî hikumeta veguhêz.

‘Zêdebûna aloziyan li Sûriyeyê nerazîbûna li dijî hikumeta veguhêz zêde dike’
1 ÇILE, 2026   04:20
SIWÊDA

Çalakvanên mafên mirovan û siyasetmedarên Sûriyeyê destnîşan kir ku zêdebûna tundî û binpêkirinên ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve ku bandorê li beşên cuda yên civaka Sûriyeyê dikin, bûne sedema kûrbûna rewşa aloz û ev yek dihêle ku pêkhate mafê çarenûsê bixwazin, ji ber garantiyên qanûnî û ewlehiyê tune ne.

Çalakvanê mafên mirovan Xeldûn Mewal destnîşan kir ku li deverên li perava Sûriyeyê di demên dawî kiryarên tepeserkirinê yên weke girtin, serdegirtin û binpêkirinên li dijî sivîlan li ser bingeha mezhebî, hatine kirin. Mewal destnîşan kir ku ev kiryar bûne sedema xwepêşandanên aştiyane yên ku mafên bingehîn û edaletê dixwazin, ew jî rastî tundiyê û zorê hatin da ku xwepêşanderan belav bikin.

Mewal diyar kir ku tiştên li deverên peravê, Siwêdayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê qewimîne, nîşan dide ku avakirina dewletek aram di nav tundûtûjî û çewisandina berdewam de pir dijwar e. Mewal da zanîn ku ev yek lêgerîn û daxwazên hemû pêkhateyan, bi taybet kêmneteweyan, ji bo dîtina mekanîzmayan ku ewlehî û mafên wan, li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, garantî bikin, xurt dike.

Siyasetmedar Merwan El Xetîb ê ji Siwêdayê ji ajansa me re got binpêkirinên li çend herêmên Sûriyeyê yên wekî Siwêda û Peravê, hatine kirin, zêdebûna xeter a tundiyê ye. El Xetîb diyar kir ku êrişa li dijî sivîlan li ser bingeha mezhebî tevna civakê dixe nava xeteriyê û aramiya welêt têk dibe. El Xetîb rewşa heyî ya li Siwêdayê piştî êrişên Tîrmeha borî bi bîr xist.

El Xetîb destnîşan kir ku pêkhateyên civaka Sûriyeyê di dîrokê de daxwazên cudaxwaz nekirine. Her wiha da zanîn zêdebûna aloziyan tirsên hebûnê di nav hin pêkhateyan de derxist pêş, û dihêle ku ew polîtîkayên heyî qebûl nekin û hewl didin ku hebûn û ewlehiya xwe di bin şert û mercên heyî de biparêze.

Çalakvan û siyasetmedaran diyar kir ku polîtîkayên hikumeta veguhêz a li Sûriyeyê parçebûna di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de zêde dike û krîzê kûrtir dike, û zihniyeta rejîma Baasê li dijî civak û mezhebên Sûriyeyê berdewam dike. Her wiha dan zanîn ku hikumetê hêviyên gelê Sûriyeê ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ya bê zordarî têk bir, li şûna wê welat vegerand rewşa navendperestî û zilmê.

(k)

ANHA