Koçberên Serêkaniyê çalakiyek li pêşiya avahiya Parêzgeha Hesekê li dar xist

Koçberên Serêkaniyê ku li nêzî avahiya Parêzgeha Hesekê çalakî li dar xist, xwestin vegera wan a ji bo bajarê wan bi lez pêk were. Parêzgerê Hesekê jî da zanîn ku ew ji bo rakirina astengiyan û misogerkirina vegera ewle ya koçberan dixebitin.

5 tîrmeh, 2026   13:38
HESEKÊ

Koçberên Serêkaniyê, tevî  hejmareke çalakvanan bi doza çareserkirina dosyaya Serêkaniyê û lezandina vegera koçberan a li warê xwe, çalakiyek li bajarê Hesekê li dar xist.

Çalakvan ku li nêzî avahiya parêzgeha Hesekê kom bûn, pankartên bi nivîsên “Mafê her zarokekê/î ye li mala xwe ne li kampan bijî”, “Divê mafê vegerê neyê paşguhkirin”, “Veger daxwaz û mafeke însanî ye” û “Ji koçberiya bi darê zorê re êdî bes e” vekirin û bê navber dirûşûmên bi doza vegera ewle ya dem nêzîk hatin berzkirin.

Çalakvanan paşê berê xwe dane pêşiya avahiya parêzgehê û li wir çalakiya xwe ya protestokirinê domandin.

Di çalakiyê de hate xwestin ku ji bo dosyaya koçberan divê çareseriyeke mayînde bê dîtin, ji bo vegerê rewşeke guncaw bê avakirin û sînorek ji jankêşiya hezaran malbatên di stargeh û kampan de bê danîn.

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed berê xwe da cihê kombûyîna çalakvanan û li wan guhdar kir. Parêzger diyar kir ku aliyên peywendîdar ji bo başkirina rewşê û rakirina astengiyên li pêşiya vegera bi ewle dixebitin.

Nûredîn Ehmed soz da ku ew ê heta vegera hemû koçberan ser cih û warên wan, xebatên wan bidome û got, dê heta dîtina çareseriyekê ji jankêşiya koçberan re û misogerkirina vegera wan a bi ewle bixebitin.

Çalakvanên ji koçberên Serêkaniyê duh (4 Tîrmeh) ragihand ku ew ê ji bo daxwaza vegera bi ewle, bi beşdariya koçberan, rûspî, kesayetên çandî û siyasî rêzeçalakiyan li dar bixin.

(sb)

ANHA