14 leşkerên Yemenê di êrişa Hûsiyan de hatin kuştin

14 leşkerên Yemenê di êrişa Koma  Hûsiyan a li ser baregehên wan de hatin kuştin.

14 leşkerên Yemenê di êrişa Hûsiyan de hatin kuştin
5 tîrmeh, 2026   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku rayedarekî leşkerî yên hikumeta Yemenê dane AFP‘ê, 14 leşkerên Yemenê di êrişa Hûsiyan a li ser başûrê bajarê Hudeydayê yê li peravê Deryaya Sor ê rojavayê Yemenê de hatin kuştin.

Rayedar got: "Me bersiva êrişên Hûsyan dane û pevçûn derket. Pevçûn heya saetên berbanga Şemiyê dewam kir. Piştre êrişkar vekişiyan herêma Hîsê."

Rayedar agahî da ku di şer de kuştî û birîndarên Hûsiyan jî çêbûne û got, piştî şer bi dawî bû aramî li herêmê vegeriya.

Hûsiyan duh gef li Erebistana Siûdî xwaribû ku eger êrişî wan bike dê balafir û tesîsên Siûdî bikin armanc. Hûsiyan, Riyadê  tawanbar kir ku qada hewayî ya Yemenê li pêşiya balafirên Îranê qedexe dike.

(bb)