‘Em bi hêvî ne yekitî xurttir bibe’

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku berxwedan û têkoşîna gelê Kurd ê Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê yekitiyeke xurt derdixin holê û got “Em bi hêvî ne ev yekitî xurttir bibe.”

‘Em bi hêvî ne yekitî xurttir bibe’
3 adar, 2026   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Şêniyên bajarê Hesekê têkildarî girîngiya yekitiya neteweyî ya gelê Kurd di vê pêvajoyê de, ji ajansê me re axivîn.

Hisên Berî destnîşan kir ku di vê pêvajoyê hesas de gelek girîng e ku yekitiya gelê Kurd xurttir bibe û got: "Ji ber ku êrişên li ser gelê Kurd û şervanên wê çêdibin. Êrişên li Şêxmeqsûd bigire heya Rojava bi giştî, komployek ji bo qirkirinê bû."

Hisên Berî êrişên li ser Rojava wekî berdewama Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi nav kir û wiha dom da axaftina xwe: “Di sala 1999`an de jî li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployek pêk anî. Komployê heya roja îro didome. Komplo ne li dijî Rêber Apo bû, lê belê li dijî tevahî gelê Kurd bû, ji ber ku Rêbertî nûnertiya gelê Kurd dike. Di vê pêvajoyê de jî xwestin vê komployê nû bikin û êrişî gelê Kurd bikin da ku îradeya gelê Kurd bişkînin û gel qir bike. Lê belê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd ê Rojava û çar perçeyê Kurdistanê, Ewropa cara yekemîn e yekitiyek xurt derdixin pêş. Em bi hêvî ne ku ev yekitî xurttir bibe.”

Hisên Berî destnîşan kir ku bi yekitiya gelê Kurd wê hêza gelê Kurd jî wê xurt bibe û pêwîst e kongreyê neteweyî a kurdistanî çêbe.

Ehmed Esaed diyar kir yekitî serkeftin ne û wiha got: “Di vê pêvajoyê de hate îspatkirin ku yekitiya gelê Kurd serkeftina Kurd bû. Dema rîsk hebû û komplo li ser me hatin meşandin, gelê tevahî bi yek rihî rabûn ser xwe û bi yekitiya xwe dinya tevahî hejandin û dewleta Tirk tirsand.”

Ehmed Esaet anî ziman ku erka hemû hêz û tevgerên kurdî ye ku ji bo yekitiyê bixebitin û ev bang kir: “Em kîn û nefetên heyî bidin aliyekê û yekitiya xwe xurt bikin.”

(bb)

ANHA