Koçberên Girê Spî: Cejna me ya rastîn vegera li warên xwe ye

Koçberên Girê Spî diyar kirin ku derketina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warên wan û vegera wan li mal û milkên wan, cejna wan a rastîn e.

Koçberên Girê Spî: Cejna me ya rastîn vegera li warên xwe ye
Koçberên Girê Spî: Cejna me ya rastîn vegera li warên xwe ye
Koçberên Girê Spî: Cejna me ya rastîn vegera li warên xwe ye
Koçberên Girê Spî: Cejna me ya rastîn vegera li warên xwe ye
Koçberên Girê Spî: Cejna me ya rastîn vegera li warên xwe ye
8 nîsan, 2024   03:06
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê 9`ê Cotmeha 2019`an Girê Spî dagir kir û zêdetirî 100 hezar şênî koçber kir.

Koçbera bi navê Zelxe El Îbrahîm (35) dayîka 3 zarokan e got: "Ji bo me cejna rastîn ew e ku dewleta Tirk a dagirker ji warê me derkeve û em vegerin malên xwe."

Zelxe diyar kir ku ji ber ku derfetên kar ên ku rêveberiya kampê ji wan re peyda dike, kêm in û ji ber bihabûnê nikarin pêdiviyên jiyanê yên malbatên xwe peyda bikin û şêranî û cil û bergên nû ji zarokên xwe re bikirin.

Koçberê bi navê Ebdullah El Îsa yê ji gundê Sefawiye yê bajarê Girê Spî ku astengdar e û bavê 6 zarokan e got: "Rêxistinên di nava kampê de kar dikin, tiştek ji me re pêşkêş nakin. Tenê di aliyê derûnî de hin bernameyan didin. Hevjîn û zarokên min rojane kar dikin da ku debara xwe bikin."

El Îsa got heke dagirkerî ji axa wan dernekeve û ew jî venegerin warên xwe, wateya cejnê tune ye.

Li kampa Girê Spî ya li nêzî gundê Til El Semin ê bakurê Reqayê ya ku 22`yê Mijdara 2019`an ji aliyê  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatiye avakirin, 7 hezar û 80 koçber dimînin.

(şx)

ANHA