KNK’ê ji bo Mehmet Emîn Bozarslan peyama sersaxiyê da

KNK’ê ji malbata Bozarslan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir ku Bozarslan di serdema ku nasnameya Kurd dihat înkarkirin de helwestek wêrekî nîşan da û tevkariyeke mezin daye wêje û dîroka Kurdî.

KNK’ê ji bo Mehmet Emîn Bozarslan peyama sersaxiyê da
9 sibat, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo nivîskar, zimanzan û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ê ku li Uppsala ya Swêdê 45 salan li sirgûnê jiya û koça dawî kir, peyamek sersaxiyê weşand. KNK’ê ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

KNK di peyamê de xemgîniya xwe ji ber wefata mamosteyê mezin ê wêje, çand û zimanê Kurdî Mehmet Emîn Bozarslan anî ziman. Di daxuyaniyê de diyar kir ku Bozarslan di demên ku nasname, ziman û çanda Kurdî qedexe bûn de helwestek wêrekî nîşan da û xebata xwe domand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Bozarslan berhemên klasîk ên wêje û dîroka Kurdî wergerî alfabeya latînî kir û çap kiriye û her wiha hin ji van berheman wergerandiye zimanê Tirkî. Hat bibîrxistin ku ew ji ber van berheman hatiye girtin û bi salan di girtîgehên Tirkiyeyê de maye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mehmet Emîn Bozarslan di sala 1979’an de ji ber zextên dewleta Tirkiyeyê neçar ma ku welat biterikîne û xebata xwe ya akademîk û çandî li Ewropayê bênavber domandiye. Hat destnîşankirin ku Bozarslan heta dawiya jiyana xwe tevkariyeke mezin li ziman, wêje, çand û dîroka Kurdî kiriye û bi dehan berhemên girîng nivîsandiye.

KNK’ê di berdewamya daxuyaniya xwe de anî ziman ku Bozarslan mamosteyê mezin ê çand, wêje û dîroka Kurd û Kurdistanê ye û sersaxî ji malbat, dostên wî, kesên ku di warê ziman û wêjeya Kurdî de dixebitin û hemû gelê Kurdistanê re xwest.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Mehmet Emîn Bozarslan, bila çavên te li paş nemîne. Keda te vala neçû; bi hezaran şopînerên te hene û rêça te berdewam bikin. Wasiyeta te wê teqez were bicihanîn.”