Klîbek li ser perwerdeya zimanê Kurdî

Hunermend Aycan Kobanê klîba "Zimanê me xweş e" derxist. Stran balê dikişîne ser perwerdeya zimanê Kurdî.

Klîbek li ser perwerdeya zimanê Kurdî
Klîbek li ser perwerdeya zimanê Kurdî
11 ÇILE, 2024   11:07
KOBANÊ

Hunermend Aycan Kobanê bi beşdarbûna zarokê bi navê Kendal Îsmaîl klîbek bi sernavê "Zimanê me xweş e" derxist. Gotin û awazên stranê ji aliyê Aycan Kobanê ve hatine sazkirin.

Stran girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî vedibêje û balê dikişîne ser dewlemendiya ziman, çand û dîroka gelê Kurd.

Hunermend Aycan di Tebaxa borî de klîbek bi navê " Dixwazim vegerim ser axa welat" derxistibû. Stran êşa koçberiyê vedibêje.

Aycan di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de du stran "Fermandaro serî rake" û "Ceng e Ceng e" gotin, ku bi awayekî mezin deng vedan.

(bb)

ANHA