Di êrişa çeteyan de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li başûrê Idlibê di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di êrişa çeteyan de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
11 ÇILE, 2024   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên "Ceyş El Nesir" yên girêdayî "Cebha El Weteniya Litehrîr" êrişên nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên Fetatîra yê Cebel El Zawiyê yê başûrê Idlibê kir. SOHR ragihand ku di êriş de 2 leşkerî Şamê hatin kuştin.

SOHR da zanîn ku li heman eniyê şerekî dijwar di navbera hêzên Şamê  û çeteyên "Fetih El Mubîn" de qewimî. Her wiha ragihand ku hêzên Şamê bi obîsên giran bajarokên Fitêra, Filêfil, gundê Helûba yê başûrê Idlibê, gundê Enkawî yê herêma Sehil El Xab ê gundewarê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

(bb)