Klîba berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hate weşandin

Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi klîbekê bi bîr anî.

Klîba berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hate weşandin
13 tîrmeh, 2025   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê bi wesîleya salvegera 43 'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê klîbek amade kir û bexwedêrên zindana Amedê bi bîr anî.

Helbesta klîbê ku ji aliyê zindaniyên wê demê ve hate nivîsandin, ji aliyê Bermal Çem, Mûrat Yapiştiran, Evîn Aksoy û Firat Baran ve hate xwendin.

Klîb bi sernavê 'Destana zindana Amedê: Hemû rê digihêjin Amedê' hate weşandin.