Agir bi kargeheke gazê ya Reqayê ket

Beriya çend kêliyan li kargeha gazê ya kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî sedem werin zanîn, şewatek çêbû. Tîmên agirkujiyê lez da cihê bûyerê.

Agir bi kargeheke gazê ya Reqayê ket
13 tîrmeh, 2025   16:02
REQA

Nûçegihanê me ji bajarê Reqayê diyar kir ku li kargeheke gazê ya Reqayê şewatek çêbû û tîmên agirkujiyê lez da cihê şewatê ku agir vemirînin.

Nûçegihan destnîşan kir ku heta vê kêliyê sedemên şewatê û mezinahiya zirarê nayên zanîn.

(fr)