Bi karê dirûnê li hember dijwariya koçberiyê li ber xwe dide

Dema zarok bû li ber destên dayika xwe fêrî pîşeya dirûtina cilan bû. Di salên dijwar ên koçberiya ji Efrînê, bi karê dirûnê debara malbata xwe kir, niha jî piştî koçberiya cara duyemîn, li wargeheke koçberan a li bajarê Tebqayê bi pîşeya xwe ya zaroktiyê sebra xwe tîne û li hember dijwariya jiyanê li ber xwe dide.

2 mijdar, 2025   06:20
TEBQA

Li ber konekî li Kampa Azadî ya li kantona Tebqayê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jina koçber a ji Efrîn, Edla Farûq Hesen, ji bo debara xwe û malbata xwe, karê dirûtinê dike, li hember zehmetiyên koçberiya bi darê zorê li ber xwe dide.

Edla Farûq Hesen (48 salî) jina tekane ye ku li Kampa Azadî karê dirûnê dike, bi makîneya xwe ya dirûtinê cilên koçberên li wir dijî didirû.

 Edla ji ajansa me re derbarê karê xwe de axivî û got, "Dema ez biçûk bûm, ez ji dayika xwe fêrî karê dirûtinê bû. Min temaşeyî karê wê dikir, û dema ew ji malê derdiket, min hewl dida makîneya wê ya dirûnê bikar bînim. Bi demê re, ez fêrî vê pîşeyê bûm.

Edla wiha berdewam kir, "Hezkirina min a ji bo dirûnê bi min re ma, û piştî koçberiya me ya bi darê zorê ji Efrîn di sala 2018`an de ber bi kampên Şahbayê ve, min biryar da ku makîneyek dirûnê bikirim da ku dest bi kar bikim û pîşeya xwe veguherînim çavkaniyek debarê. "

Piştî koçberiya duyemîn a bi darê zorê ber bi kantona Tebqayê ve, Edla û evjînê xwe li kampa Azadî li derdora Tebqayê bi cih bûn.

Edla got, "Piştî ku em gihîştin kampê, min makîneyek dirûnê ya nû, hinek ta û maqes kirî, û min di hundurê konê xwe de dest bi dirûnê kir. Ev pîşe di nav şert û mercên jiyanê yên dijwar ên koçberiyê de ji bo malbata min bû çavkaniyek debarê."

Edla hêviya xwe ya vegera bajarê xwe Efrîn anî ziman û got: "Dema ku em vegerin Efrînê, ez ê karê xwe yê dirûtinê bidomînim û hewl bidim ku kargeha xwe vekim da ku vî pîşeyê ku ji bo min çavkaniya hêz û hêviyê bû, bidomînim."

(k)

ANHA