KCK’ê salvegera damezirandina YNK’ê pîroz kir

KCK’ê bi peyamekê salvegera damezirandina YNK’ê pîroz kir û ragihand ku YNK bi pêşengiya Celal Talebanî di hewldanên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd de, xwedî rol û bandoreke mezin bûye.

KCK’ê salvegera damezirandina YNK’ê pîroz kir
1 hezîran, 2026   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi boneya salvegera damezirandina Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê, peyamek weşand. Di peyamê de tê gotin:

“Birêz serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî,

Birêz endamên Mekteba Siyasî û Encûmena Bilind a Siyasî,

Bi boneya 51’emîn salvegera damezirandina Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê, em pîrozbahiyên xwe yên germ arasteyî we yên birêz, hemû kadro, endam û alîgirên Yekitiyê dikin, tendurustiya baş û serkeftinê ji bo we dixwazin.

Damezirandina Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê xwedî giringiyeke dîrokî ye. Di demekê de ku li Başûrê Kurdistanê bê hêvîtî hebû, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi pêxistina şoreşa nû û ji nû ve destpêkirina têkoşîn û berxwedana li dijî rejîma faşîst a Baasê, careke din ji bo gele Kurdistanê bû tîrêja hêviyê. Ji wê serdemê heta niha, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê, di mîsogerkirina destkeftiyên neteweyî û demokratîk de li Başûrê Kurdistanê rolek girîng leyistiye.

Her wiha Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi pêşengiya Serok Mam Celal Talebanî, di hevkarî û piştgiriya ji bo xebat û têkoşîna li beşên din ên Kurdistanê de û her wiha di hewldanên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd de, xwedî rol û bandor bûye. Peywendiya hevaltî û dostaniyê ya di navbera Serok Mam Celal, Rêber Apo û Mamoste Îbrahîm Ehmed de, ispata vê rastiye ye. Ev peywendî di heman demê de, hêvênê yekitiya neteweyî û demokratîk ya di navbera her çar parçeyên Kurdistanê deye.

Em di wê baweriyê de ne ku wekî wefadariyek ji bo vê mîrata dîrokî, pêwîst dike ku em hîn zêdetir ji bo yekitiya netewî, bi beşdariya hemû hêz û aliyên siyasî yên li seranserê Kurdistanê, têkoşîn û xebatê xurtir bikin.

Careke din, em vê rojê li we yên birêz, malbatên şehîdên serbilind û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin, serê rêz û hurmetê li ber şehîdan ditewînin û hêvî dikin ku hûn serkeftî û serfiraz bin.”