PJAK’ê 59 ciwanên li Mehabadê hatibûn bidarvekirin bi bîr anîn

PJAK’ê bi boneya salvegera 43’yemîn a bidarvekirina 59 ciwanên Kurd ên xelkê Mehabadê, daxuyaniyek belav kir û diyar kir “Bîranîna 59 ciwanên Mehabadê û hemû qurbaniyên bidarvekirinên siyasî, wê bi zindî û wek çavkaniya îlhamê bimîne û kujerên van sûcan hesab bidin.”

 PJAK’ê 59 ciwanên li Mehabadê hatibûn bidarvekirin bi bîr anîn
1 hezîran, 2026   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di salvegera 43’yemîn a bidarvekirina 59 ciwanên ji Mehabadê ji aliyê dewleta Îranê ve, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Di salvegera 43’yemîn a bidarvekirina hovane ya 59 ciwanên Kurd ên Mehabadê de, em şehîdên rêya azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Bûyera tal a 2’yê Hezîrana 1983’yan û ragihandina fermî ya bidarvekirina komî ya wan 59 ciwanan ji aliyê Qeymeqamiya Mehabadê ve, yek ji rûpelên herî biêş û nejibîrkirî ê dîroka hemdem a Kurdistanê ye. Ev rastiye, nîşana rêbaz û nêzîkatiya herdemî ya Komara Îslamî ye, anku li hemberî gelê Kurd û pirsgirêka Kurd, tunekirin û bikaranîna tundûtûjiya leşkerî û ewlehiyê ye.

Piraniya van bidarvekirinan xwendevanên amadeyî bûn ku hîn bawername jî wernegirtibûn û temenê wan di bin 18 saliyê de bû. 38 kes ji wan xwenvan bûn. Piraniya van ciwanan di mehên Adar û Nîsana 1983’yan de li ser cadeyên Mehabadê bûn, bi wî awayî hatin girtin û xistin zindanê. 48 kes ji wan di girtîgeha Urmiyeyê de û 11 kes jî di girtîgeha Tewrêzê de hatibûn ragirtin. Tu yek ji van ciwanan bi şêwazekî yasayî û dadperwerane nehatin darizandin, parêzerên wan tune bûn û bêyî tu belgeyeke pêbawer, bi lez rûbirûyî bidarvekirinê hatin kirin.

Yekser piştî vî sucî, rewşa awarte hat ragihandin da ku pêşî li her cûre nerazîbûn û bertekan bê girtin. Tevî vê yekê jî, xwediyên Mehabadê daketin kolanan û bi dengê bilind nerazîbûna xwe nîşan dan, malbatên qurbaniyan jî ji bo şopandina çarenûsa kesûkarên xwe ber bi Urmiyeyê ve bi rê ketin. Demek şûnde, hukmê azadkirina hinek ji wan ciwanan ji malbatên wan re hat ragihandin. Ev jî nîşaneya sîstema hov a karbidestên hikûmetê bû û wekî nîşaneke eşkere ya kîndarî û tolgirtina kûr a rejîmê ya li hemberî gelê me bû.

Ev darvekirinên komî, beşek ji siyaseta sîstematîk a komkujî û afirandina tirs û xofê ya ji aliyê Komara Îslamî ve bûn. Armanca vê şikandina têkoşîna gel ya azadiyê bû. Di heman salê de, li gorî daneyan, 369 Kurd hatin darvekirin û ev pêla darvekirinan di salên paşê de jî berdewam kir. Heta cenazeyên van ciwanan jî radestî malbatên wan nehatin kirin, ev aliyê herî hov û zalimana yê vî sucê bû ku hîn jî birîna wê di dilê dayik û bavên Mehabadî de wekî xwe maye û nû ye.

Armanca Komara Îslamî ya di komkujiya sîstematîk a Kurdan de ya bi hincetên bêbingeh, tunekirina vîna berxwedanê, nasnameya çandî-siyasî û daxwaza azadiyê ya gelê me bû. Lê belê dîrokê nîşan da ku xwîna van ciwanan û bi hezaran şehîdên din, tova hişyarî û berxwedanê bi kûrayiyeke zêdetir di xaka Kurdistanê de çandiye.

Em wek Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di salvegera 43’yemîn de, vî sucê hovane bi tundî şermezar dikin, teqezî li ser mafê gelê Kurd ê ji bo gihîştina azadiyê dikin. Îro piştî derbasbûna salan, pêla bidarvekirinê ya li dijî Kurdan ji aliyê Komara Îslamî ve berdewam dike, hîn jî dixwazin di rêya komkujî û bidarvekirinê re pirsigrêkan veşêrin. Hîn jî rêbaza desthilatdariyê ya li hemberî gelê Kurd, rêbaza leşkerî ye. Bêguman ev şêwazê zalimane ya ku bi salane berdewam dike, ber bi têkçûnê ve diçe. Ne bidarvekirina wan ciwanan azadîxwazî lawaz bû, ne jî bi komkujî û darvekirinên demên dawî azadîxwazî kêm dibe. Karwana berxwedana gelê Kurd heta gihîştina azadiyê wê berdewam bike. Bîranîna 59 ciwanên Mehabadê û hemû qurbaniyên bidarvekirinên siyasî, wê bi zindî û wekî çavkaniya îlhamê bimîne û kujerên van sûcan baca karên xwe didin.”