Îsraîlê fermana bombebarankirina taxên başûrê Beyrûtê da

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu fermana bombebarankirina taxên başûr ên Beyrûtê da. Operasyon li başûrê Lubnanê jî dewam dikin.

Îsraîlê fermana bombebarankirina taxên başûrê Beyrûtê da
1 hezîran, 2026   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz îro ferman dan artêşê ku di çarçoveya berfirehkirina operasyonên leşkerî li başûrê Lubnanê de hedefên li taxên başûr ên Beyrûtê bombebaran bikin.

Di daxuyaniya hevbeş a Netanyahu û Katz de hate gotin "Ev ferman ji ber binpêkirinên domdar ên agirbest ji aliyê Hizbullahê ve û êrişên li ser bajarên Îsraîlê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "hedefên terorîst" li taxên başûr ên paytexta Lubnanê hatine bombebarankirin.

(bb)