KCK'ê gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Çalakiyên gerîla yên ku meha Tîrmehê destpê kirin û bi çalakiyên li Sergelê, Girê Bahar û Geverê gihîştin asteke bilind, derbên giran li dijmin xistin.  şervan û fermandarên HPG û YJA Starê yên ku tevlî van çalakiyan bûne peyama pîroz parve kir.

KCK'ê gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir
9 tebax 2024   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo çalakiyên gerîlayên azadiyê peayma pîrozbahiyê parve kir.

Peyama KCK'ê bi vî rengî ye:

"Ber bi sala 41'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê re Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava meha dawî de gelek çalakî lidar xistin ku derbên giran li dijminê mêtinger qirker û artêşa dagirker xistin. Weke ku Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel ragihand, gerîla bi çalakiyên xwe yên bi bandor Pêngava 15'ê Tebaxê hîn bi wate kirine. Pêngava 15'ê Tebaxê li dijî dijminê dagirker mêtinger û qirker ê dixwaze gelê Kurdistanê tine bike, weke destwerdaneke gerîla pêk hat û ev pêvajo bi vejîna neteweyî bi encam bû, dijmin ji hev hate xistin û planên dijmin hatin pûçkirin. Îro jî gerîla bi heman armancê û bi ruhê fedaî planên dijmin ê dagirker mêtinger û qirker têk dibe. Mînakên herî dawî yên vê yekê çalakiyên li Sergelê, Girê Bahar û Geverê bûn. Gerîla bi van çalakiyên xwe yên xurt careke din planên dijmin têk birin û careke din ispat kirin ku çi dibe bila bibe wê Kurdistanê biparêzin û rê nedin dagirkeriya dijmin. Gerîla bi vê sekna xwe ya bi biryar û berxwedana xwe baweriyeke mezin dide gelê me, serê gelê me bilind dike, bi rûmet dike. Ev sekna bi biryar û berxwedana bênavber a gerîla ji aliyê gelê me ve tê silavkirin. Çalakiyên gerîla yên ku bi meha Tîrmehê re destpê kirin û bi çalakiyên li Sergelê, Girê Bahar û Geverê gihîştin asteke bilind û derbên giran li dijmin xistin, dilê gelê me xweş kirin. Em van çalakiyên gerîla silav dikin, şervan û fermandarên HPG û YJA Starê yên tevlî van çalakiyan bûne ji dil pîroz dikin. Yek bi yek silav û hezkirinên xwe pêşkêşî hevrêyên xwe dikin. Her wiha ji ber vî karê serketî em Fermandariya xwe ya Biryargeha Navenda Parastina Gel pîroz dikin, hêvî dikin ku serketinên xwe dewam bike.

Gerîla bi wêrekî û fedakariyeke gelekî mezin li dijî dijminê dagirker, mêtinger û qirker li ber xwe dide, welatê xwe diparêze. Li dijî xeta xiyanetê ya noker ku dilê xwe firotiye dijmin û riziyayî ye, bi sekneke bilind a welatparêzî û şoreşgeriyê li ber xwe dide. Divê ev sekna gerîla bi xurtî bê fêhmkirin, li her derê sekneke bi heman rengî bê nîşandan û il ser vê bingehê li dijî dijminê dagirker mêtinger qirker û xeta xiyanetê ya hevkar, têkoşîn li her derê bê bilindkirin. Ciwanên Kurdistanê yên welatparêz divê li refên herî pêş ên têkoşînê bin, li ser vê bingehê tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla hîn zêde bikin û li her devera ku lê ne pêşengiyê ji têkoşînê re bikin. Li dijî dijminê ku nikare xwe li zimanê me rabigire, nasnameya me înkar dike, dest datîne ser îradeya me, bi êrişên asîmîlasyon, zext û dagirkeriyê dixwaze gelê me qir bike, divê gelê me li her derê bi ruhê serhildanê têbikoşe."