Îsraîlê serkirdeyekî Hemasê kuşt; agirbest li ber hilweşînê ye

Ligel agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de, di êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê de serkirdeyekî Tevgera Hemasê hat kuştin.

Îsraîlê serkirdeyekî Hemasê kuşt; agirbest li ber hilweşînê ye
19 cotmeh, 2025   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê da zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de serkirdeyê Seraya Nuxbê hat kuştin.  Îsraîlê diyar kir ku ev êriş piştî ku Hemasê li Refehê agirbest bin pê kiriye, pêk hat.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de got ku "Çekdarên Filistînê" bi moşekan avêtin hêzên parastinê yên Îsraîlê yên li herêma Refehê. Artêşê destnîşan kir ku ev êrişa ku tê de serkirde Yehya El Mebhûh hatiye kuştin, bersivdana êrişa bi moşekan bû.

Îsraîlê diyar kir ku ev êriş bersivdayîna binpêkirina agirbestê ya ji aliyê Hemasê ve ye.

Dezgehên ragihandinê yên Filistînê da zanîn ku di êriş û topbarana Îsraîlê ya li dijî qehwexaneyek li rojavayê bajarê Dêr El Beleh ê Xezayê de, herî kêm 5 kes hatin kuştin û hinek din birîndar bûn.

Girêdayî wê, Hemasê tohmetên binpêkirina agirbestê derwandin. Endamê Nivîsgeha Tevgera Hemasê Ezeq El Reşeq da zanîn ku Îsraîlê agirbest bin pê kir û ji bo "rewakirina sûcên xwe" hincet çêkirin.

Radyoyê Îsraîlê da zanîn ku eger heye êriş li dijî Xezayê berfireh bibin, nexasim piştî ku agirbest li Refehê hat binpêkirin.

(mh/fr)