Ciwanên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî tecrîd şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehba bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermzar kir.

29 kanûn, 2023   15:55
ŞEHBA

Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwanan a kantona Efrîn û Şehba meşek girseyî, bi durişmeya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ meşek li dar xist.

Di meşê de bi sedan Ciwanên kantona Efrîn û Şehba û ji Helebê jî beşdarî meşê bûn. Weneyên Rêber Abdullah Ocalan û ala PKK′ê hatin hildan.

Meşa Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji navçeya Fafînê dest pê kir. Dema ku gihiştin navçeya Ehdasê şêniyên navçeyê jî başdarî meşê bûn, her wiha dema ku ji gundekî derbasî gundekî bûn gel beşdarî meşê bûn. Meş heya navçeya Ehrezê dewam kir.

Li wir jî endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a kanton a kantona Efrîn û Şehba Xalid Xalid axivî û wiha got: "Ev tecrîd di şexê Rêber Apo de li ser tevahî gelê me tê meşandin. Em ciwanên Rêber Apo ne. Ji bo Rêber Apo em ê her tim li qadan bin. Em bang tevahî cîhanê dikin ku ji bo Rêber Apo li qadan bin."

Endama Yekitiya Jinên Ciwanan Emîne Hec Ebdo axivî. Emîne diyar kir ku ev tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikim û wiha got: "Ev zêdetirî 25 sal in ku Rêrber Apo di nava zindanê de ye û her tim tecrîdê li ser girantir dikin. Her wiha ji 21′ê Adara 2021'an de tu agahî ji Rêber Apo nehatiye wergirtin. Em li ser tenduristiya Rêber Apo bi gunam in. Her wiha em bêdengiya CPT û rêxistinên mirovên şermezar dikin."

Her wiha ciwanê ji Helebê Reşîd Mihemed ê beşdarî meşê bûye diyar kir ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan ciwan dê ‎her tim li qadan bin û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelan e.‎

Her wiha ciwana ji Helebê Hêva Bekir jî destnîşan kir ku dê sala 2024'an bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocalna û sala aramiyê û wiha anî ziman: "Tang û topên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava nikarin ‎vîna ciwanan têk bibin. Ji ber ku em ciwanên Rêber Apo ne. Em ê ji bo Rêber Apo her tim li  ‎qadan bin. Rêya çareseriyê li cîhanê Rêber Abdullah Ocalan e."‎

ANHA