Kadar Pîrê: Ji bo Rojhilat xebatên me li Kurdistanê û derveyî welat didomin

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê da zanîn ku dem hatiye ku ji bo piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê xebat werin meşandin. Di vê demê de yekrêziya Kurdî misogerkirina hebûnê ye û got “Ji bo piştgiriyê xebatên me li Kurdistanê û derveyî welat berdewam dikin”

Kadar Pîrê: Ji bo Rojhilat xebatên me li Kurdistanê û derveyî welat didomin
7 adar, 2026   05:05
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê têkildarî kiryarên bi salane yên rejîma Îranê yên li dijî gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, êrişên wê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, her wiha girîngiya yekrêziya Kurdî ji ajansa me ( ANHA) re axivî. 

Kadar Pîrê bi bîr xist ku Saziya Kurdên Bêsînor sala 2010`an li paytexta Lubnan Beyrûtê, ji bo bi armanca pêşgirtina li sûcên rêjîma Îranê yên li dijî gelê Kurd hat avakirin û got: ''Di salê de nêzî hezar û 200-hezar û 300 keç û xortên me tên darvekirin.  Lê piştre meseleya Sûriyeyê dest pê kir em pê mijûl bûn. Em dibêjin îro dîsa dem hatiye ku em di xebatên xwe de bal bikşînin ser Rojhilat.''

Kadar Pîrê di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku êşa li Rojhilat tê kişandin pir mezin e û wiha anî ziman: ''Çawa Kurdistaniyan piştgirî da Rojavayê Kurdistanê, divê piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê jî bikin. Ev yek ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbasdar e, Başûr di xetereyeke pir mezin de ye.''

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê bal kişand ser girîngiya yekrêziya kurdî û got, yekrêziya Kurdî hebûna Kurdan misoger dike. Her wiha diyar kir ku ew ji bo piştgiriya gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê di nava liv û tevgerê de ne. Dê xebatên wan li Kurdistanê û derveyî welat bi rêya hevdîtin û gihandina daxwazên gelê Kurd bo raya giştî bidomin.

(fr)

ANHA