Dîroka 8’ê Adarê

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îsal tevî daxwazên azadî û wekheviyê yên li dijî qetilkirin û tundiya li ser jinan tê pêşwazîkirin. Jin li her çar aliyên cîhanê derdikevin qadan, dengê xwe bilind dikin û têkoşîna hevpar mezin dikin.

Dîroka 8’ê Adarê
7 adar, 2026   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wek her sal îsal jî dê li her dera cîhanê bê pîrozkirin. Jinan li gelek bajaran dest bi xebatên 8’ê Adarê kiriye. Rêxistinên jinan ên Rojavayê Kurdistanê jî bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin" bi civîn û hevdîtinan bernameyên xwe diyar kirin.

8’ê Adara 1957’an li New Yorkê di kargehekê de bi daxwaza xebata rojane ya 16 saetan dakeve 10 saetan, karkeran dest bi grevê kir. Grev ji aliyê karkerên jin ve hat birêxistinkirin. Polîsan xwest pêşî li çalakiyê bigirin û bi piştgiriya patronan bi hezaran karker di kargehê de hatin girtin û di wê navberê de ji ber şewatê 148 karker şewitîn û mirin. Ji van 129 karker jin bûn û 48 jî endamên sendîkayê bûn. Çapemeniya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hema hema qet cih neda bûyerê lê nêzî 100 hezar kesî tev li merasîma cenazeyên karkeran bûn. Di 26-27’ê Tebaxa 1910’an de li Kopenhagê konferansa duyemîn a jinan a navneteweyî pêk hat û ji 17 welatî 100 jin tev lê bûn. Di konferansê de daxwazên girîng ên jinan hatin ziman. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi yekdengî hat qebûlkirin. Di Konferansa Jinan a Navneteweyî ya 3’yemîn a di 1921’an de ku li Moskovê pêk hat, biryar hat dayîn ku 8’ê Adarê weke Roja Jinan bê pîrozkirin. Di navbera şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de bîranînên 8’ê Adarê hatin qedexekirin. Di dawiya salên 1960’î de 8'ê Adarê li DYA’yê hat pîrozkirin û bi awayekî xurt hat rojevê. NY’yê jî 66 sal şûnde anku di 16’ê Kanûna 1977’an de 8’ê Adarê wek Roja Jinan a Cîhanê qebûl kir.

Îro li gelek welatan jinan bi têkoşîn û berxwedanê mafên wek yên perwerde, hilbijartin, wekhevî û aboriyê bi dest xistine û di nûneriyên civakî de cih digirin. Tevgera jinan li seransreê cîhanê bi destkefiyên qanûnî sînordar nema. Tevgera femînîst di salên 1960 û 1970’yî de têkoşîna ku jin li ser beden û nasnameya xwe bibin xwedî gotin, derxist pêş. Bi salên 1990’î re pêla sêyemîn a femînîzmê têkoşîna jinan berfireh kir. Îro li seranserê cîhanê jin ji bo hemû mafên xwe tê dikoşin. Li Efganistanê mafên jinan ê perwerdeyê tê xespkirin û li Îranê li dijî serî girtinê li ber xwe didin. Li Amerîkaya Latîn tevgera ‘Nî Una Menos’ xurt dibe û li dijî mûçeyên newekhev û newekheviya zayendî dengê xwe bilind dikin.

Têkoşîna jinan a li Kurdistanê piştî salên 1980’yî bêtir derket pêş û jinên Kurd di eniya pêş a berxwedanê cih girt. Tevgera Jinên Kurd li dora îdeolojiya parastina azadbûnê bi teşe bû. Di salên 1990’î de jinên Kurd rêxistina xwe ava kir û ji bo wekheviya zayenda civakî û mafên neteweyî têkoşîn dan. Îro jinên Kurd li Başur, Bakur, Rojhilat û Rojava ji bo mafên xwe tê dikoşin.