Rûsya û Ukraynayê 300 dîlgirtiyên şer bi hevdû guhertin

Rûsiya û Ukraynayê îro 300 dîlgirtiyên şer di çarçevoya danûstandinên têne kirin de, hatin berdan.

Rûsya û Ukraynayê 300 dîlgirtiyên şer bi hevdû guhertin
6 adar, 2026   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ukraynayê û Rûsiya raghand ku dîl bi hevdû dane guhertin û ji her aliyekî ve 300 dîlên şer hatine berdan.

Her du aliyan anîn ziman ku berdana dîlgirtiyên şer di çarçoveya danûstandina Rûsya û Ukraynayê ya di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ku meha bihurî li Cinêvê destpêkirî0, pêk  hat.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got ku 300 dîlgirtiyên şer serbest hatin berdan û di nava wan du sivîl hene. Her wiha wêneyên dîlgirtiyên Ukraynayê dema ku ji basan dadikevin û xwe bi ala Ukraynayê pêçandine, hatin belavkirin.

Artêşa Rûsyayê jî raghand ku 300 leşkerên Rûsî li beramberî pevguhertina 300 leşkerên Ukraynayê vegeriyan Rûsyayê.

Roja pêncşemê jî her du aliyan 200 dîlgirtiyên şer bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) serbest berdan.

Danûstandin sala 2025`an di navbera Kîêv û Moscovê de dest pê kirin. Di çarçoveya van danûstandinan de cenaze û dîlgirtiyên şer bi hevdû hatin guhertin û hîna şer di navbera wan de berdewam dike.