Jinên wêjevan û helbestvan li ser qonaxên jiyana Rêber Abdullah Ocalan axivîn

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Reqayê bi dirûşma "Helbest û wêje li ser pêlên Îmraliyê digihîjin hev" li ser qonaxên jiyana Rêber Abdullah Ocalan komcivîneke wêjeyî li dar xist.

Jinên wêjevan û helbestvan li ser qonaxên jiyana Rêber Abdullah Ocalan axivîn
Jinên wêjevan û helbestvan li ser qonaxên jiyana Rêber Abdullah Ocalan axivîn
Jinên wêjevan û helbestvan li ser qonaxên jiyana Rêber Abdullah Ocalan axivîn
Jinên wêjevan û helbestvan li ser qonaxên jiyana Rêber Abdullah Ocalan axivîn
Jinên wêjevan û helbestvan li ser qonaxên jiyana Rêber Abdullah Ocalan axivîn
30 ÇILE, 2024   18:04
REQA

Di komcivînê de endamên Tevgera Hîlala Zêrîn, Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, rûspiyên herêmê û Komîteya Kar û barên Olî beşdar bûn.

Komcivîn ji 4 mijaran pêk hat, ji aliyê çîroknivîs û wêjevan Mariya El Icêlî ve hat birêvebirin.

Mijara yekemîn li ser zarokatiya Rêber Abdullah Ocalan bû, di wê mijarê de helbestvan Salha El Şemalî axivî û wiha got: Her kes dizane Rêbertî ji bajarê Urfa (Riha) ye, ew jî cihekî pîroz e, gelek pêxember û rêber jê derketin û gora hezretî Îbrahîm li wir e."

Salha El Şemalî wiha domand: "Rêbertî ji zarokatiya xwe ve ji xweza û hevaltiyê hez dike, ji ber ku di jîngeha derdora wî de Kurd, Ereb û Suryan hebûn. Têkiliya xwe bi hevalên xwe re di ser a malbatê re girt. Bo nimûne heta damezirandina partiyê wî dev ji hevalê xwe Hemze berneda. Lê belê ji ber banga azadiya gelan, dewletên neteweperest û kapîtalîst li dijî wî sekinîn û şerê wî kirin."

Mijara duyemîn li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bû û ji aliyê wêjevan Celaa Hemzawî ve hat xwendin. Celaa Hemzawî hin paragrafên ji nivîsên Rêber Abdullah Ocalan xwendin. Ew paragraf li ser kesayeta Rêber Abdullah Ocalan,  duristbûna wî ji dibistana seretayî heta sala dawîn a zanîngehê û naskirina doza Kurd û erkê Kurdan bû.

Di mijara sêyemîn de bal li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat kişandin.

Di vê mijarê de Fewziye El Merî axivî û wiha got: "Dewletên kapîtalîst û MOSAD'a Îsraîlê li pişt vê komployê bûn. Rêber Abdullah Ocalan hate girtin, lê belê fikrên wî ji bo nivîskar û lêkolerên Ereb û biyanî bû ronahî."

Mijara çaremîn jî ji aliyê helbestvan Medya Silêman ve hat xwendin. Medya Silêman wiha axivî: "Berê min girîngî nedida girtîgeha girava Îmraliyê, li ku ye û ji bo min çi ye? Lê belê niha min nas kir ew ji bo min çi ye. Wê girtîgehê ruh û Rêberê me ji 25 salan ve ji me standiye."

Piştre Medya Silêman helbestek li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê de xwend.

(mh)

ANHA