Meclisa Edaleta Civakî ya Dêrazorê civîna salê li dar xist

Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salê bi beşdariya endamên meclisê û nûnerên saziyên civaka sivîl li dar xist.

30 ÇILE, 2024   17:09
DÊRAZORÊ

Bi diruşma ˊEdaleta civakî misogeriya civaka exlaqî yeˊ Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Dêraozrê bi armanca nirxandina xebatên par û danîna plansaziya îsal civîna xwe ya salê li dar xist.

Civîn bi beşdariya nûnerên meclês, gelek dadger û parêzer, komîteyên lihevanînê yên kantonê, gelek rûspiyên herêmê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hola meclisa Sivîl a Dêrazorê hat organîzekirin.

Di civînê de endamê Rêveberiya Dozgeriyê Fûad El Ubêd rapora salê xwend. Di raporê de qanûnên meclisê dane, dozên ji meclisê û dadgehên wê re hatin şandin, mekanîzmeya lêkolînkirina wan dozan, astengiyên li pêşberî wan û pêşniyarên ji bo çareserkirina wan astengiyan hebûn.

Beşdaran rapor û aliyên di raporê de nehatine behskirin nirxandin, lê kêlek wê bal kişand ser derbaskirina astengiyên li pêşberê xebata meclisê û îşaret bi pêdiviyên komîteyên lihevanînê yên ji bo nîqaşkirinê kir.

Endamên meclisê jî anî ziman ku tiştên beşdaran gotine girîng in û ew ê li ser wan xalan bisekinin.

Di dawiyê de endamên meclisê got ew ê tevahî komîteyên xwe aktîf bikin, girîngiyeke mezin bidin komîteyên lihevanînê ku alozî û nakokiyan çareser bikinû kadroyên pêşketî bixin saziyên dozgeriyê û ji nû ve saziyan li gorî Hevpeymana Civakî sazûman bikin.

(fr)

ANHA