Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê civiyan

Di çalakiya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ber ofîsa NY’ê ya li Cinêvê hate lidarxistin de, Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn û komkujiya Sînameya Amûdê hate protestokirin.

Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê civiyan
15 mijdar 2023   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê didome.

Çalakî di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê" de her hefte dewam dike. Çalakiya vê hefteyê di şexsê Seyîd Riza û hevalên wî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir ku di 15’ê Mijdara 1937’an de ji aliyê faşîzma dewleta Tirk ve hatin darvekirin.

Tevahiya rojê têkîldarî asta tecrîdê bi zimanê Fransî û Îngilîzî daxuyanî hat guhdarkirin. Di çalakiyê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Cinêvê Tûba Yilmaz axivî û bal kişand ser şewata 13'ê Mijdara 1960'an ku li navçeya Amûdê ya Rojava 283 zarokên Kurd li Sînemaya Şehrazad hatin qetilkirin.

Tûba Yilmaz bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û fikarên xwe yên li ser tenduristî, ewlehî û jiyana Abdullah Ocalan anî ziman.

Tûba Yilmaz da zanîn ku ji bo fikarên heyî ji holê rakin divê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî siyasî” bi ser bixin û ev tişt gotin: “Di çarçoveya vê pêngavê de li sedan navenda civînên gel tên kirin. Di 28’ê Mijdarê de meşa Gemlîkê bê lidarxistin. Rêber Apo ji sala 2015’an ve di bin tecrîdê de ye. Ev tecrîd ev 33 meh in bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan dewam dike. Em gelê Kurd divê êdî vê rewşê qebûl nekin. Rêber Apo wateya jiyana me ye. Êdî sedra me nema. Rakirina vê tecrîdê ji bo me ne bes e. Yekane daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Helbet em weke jinên Kurd û tevgerên ciwanên Kurd di vê pêvajoyê de li eniyên pêş têbikoşin. Çi dibe bila bibe, em ê teqez vê pêngavê bi ser bixin û azadiya Rêber Apo misoger bikin.”