Şandeya Hemasê ji Qahîreyê derket

Hemasê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şandeya wê ji Qahîreyê derket. Her wiha da zanîn ku heta pêkanîna lihevkirinekê dan û standinên agirbestê bi Îsraîlê re, didomin.

Şandeya Hemasê ji Qahîreyê derket
7 adar, 2024   19:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenaleke Misrî diyar kir ku şandeya Hemasê ji Qahîreyê derket. Her wiha ji yekşemê ve bi navbeynkariya Misir - Qeter - Amerîka dan û standin pêk hatin û di hefteya bê de careke din dan û standinên ji bo agirbestê dest pê dikin.

Kenala ˊEl Qahîre El Exbariyêˊ ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke payebilind da zanîn ku şandeya Hemasê ji Qahîreyê derket û dan û standin di navbera hemû aliyan de ji bo pêkanîna agirbestê berî Remezanê didomin.

Hemasê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şandeya wê ji Qahîreyê derket da ku bi fermandariya tevgerê re nîqaş bike.

Di heman demê de berpirsekî Hemasê Samî Ebû Zahir got, "Îsraîlê hewldanên hemû navbeynkaran ji bo agirbestê têk birin."

Ebû Zahir ji Reutersˊê re da zanîn ku Îsraîl daxwazên Hemasê yên rawestandina şer, vekişînê, misogerkirina derbaskirina alîkariyên mirovî û vegerandina koçberan red dike.

(mh)