‘Yekitiya Kurdan ji bo parastina mafan pêdiviyek e’

Şêniyên Hesekê diyar kir ku yekitiya Kurdan di vê pêvajoyekê de pêdiviyek e û got yekitî mîsogeriya bingehîn a parastina maf û destkeftiyan e.

‘Yekitiya Kurdan ji bo parastina mafan pêdiviyek e’
8 sibat, 2026   04:55
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM-BOTAN HISÊN

Şêniyên bajarê Hesekê li ser girîngiya yekitiya Kurdan a di vê pêvajoyê de axivîn.

Ebdulrezaq Ehmed ê ji taxa Til Hecer a bajarê Heseke diyar kir ku di vê pêvajoyê de yekitiya hêzên siyasî yên kurdî ji bo tevahî gelê Kurd ê Kurdistanê gelekî girîng e û got: " Sîstemên kaptalîzm û îslama siyasî çawa li Siweyda û peravê komkujî kirin niha dixwazin gelê Kurd jî qir bikin. Divê partiyên siyasî ji berjewendiyên xwe yên kesayetî dûrbikevin. Eger di vê pêvajoyê de gelê Kurd nebin yek wê rawşa gelê Kurd xira bibe. "

Ehmed bang li hemû partî û gelê Kurd kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi rêbazên guncaw çareser bikin.

Ezîza Hesen a ji herêma Şehbayê koçî bajarê Hesekê bûye, diyar kir ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de yekitiya xwe isbat kirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji tevahiya Kurdistanê û cîhanê bûn yek deng û yek hedef. Ya girîng em bi yek dengî mafên xwe bixwazin. Divê gelê li pêşiya cîhanê hebûna xwe isbat bike. Mafên wan ên siyasî û çandî hene û ew nema zulm û dagirkeriyê qebûl dikin. Daxwaza me ne şer e, aştî ye lê belê mafên me hene ku em deskeftî û çanda xwe biparêzin."

‘YEKITÎ JI BO CÎHANÊ PEYAMEK E’

Ezîza Hesen di berdewamiya nêrîna xwe de anî ziman ku divê ev roj roja yekitiya gelê Kurd e û got: "Ev roj, roja yekitiya gelê Kurd e. Divê gelê Kurd vê pêvajoyê binirxîne û dengê xwe bighînin tevahiya cîhanê. Êdî zarokên Kurd jî ji bo serkeftinê tiliyên xwe radikin. Yekitiya gelê Kurd peyamek da tevahiya cîhanê ku mafên wan ên siyasî û çandî hene û divê bighêjin mafên xwe."

`DIJMINÊ KURDAN YEK E`

Ebduselam Omer ê ji taxa El Kelasê ya bajarê Hesekê ye û diyar kir ku gelê Kurd li tevayî Kurdistanê û cîhanê ji bo parastina Rojava bûn yek û got: "Em spasiya gelê Kurd ê tevahiya Kurdistanê û cîhanê dikin. Li hemberî êrişên li ser Rojava gelê Kurd bû yek û tevahiya Kurdistanê piştgirî da berxwedana Rojava. Di vê pêvajoyê de hevgirtina gelê Kurd girîng e. Dijminê gelê Kurd yek e. Divê gelê Kurd ji hemû deman zêdetir, niha yek be."

Ji bo partiyên siyasî jî Ebduselam Omer wiha got: "Partiyên siyasî divê dev ji berjwendiyên xwe yên kesayetî û nakokiyan berdin. Ji bo gelê Kurd bighîje hemû mafên xwe yên rewa divê partiyên siyasî li ser yekitiya gelê Kurd bixebitin."

ANHA