Jinên ciwan ên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê vê êvarê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek meşaleyî li dar xist.

Jinên ciwan ên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jinên ciwan ên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jinên ciwan ên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jinên ciwan ên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jinên ciwan ên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
12 mijdar 2023   20:28
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên pêngava ′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ keç û xortên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê vê êvarê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî meşeke meşaleyî li dar xist.

Meş ji pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li navçeyê ber bi têketina aliyê başûrê navçeyê dest pê kir.

Li têketina navçeyê li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan endama rêveberiya yekitiyê Êlîza Hiso daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ tevahî bendên li seranserî cîhanê derbas kirin, ev yek gaveke dîrokî ya ber bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve ye.

 Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin dê Yekitiya Jinên Ciwan bi tevahî erkên li ser milê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rabin, her wiha bang li tevahî ciwanan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Oalan têkoşînê bilind bikin.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdulllah Oalan û ′Jin, Jiyan, Azadî bi dawî bû.

(fr)

ANHA