Pentagon: Balafireke leşkerî li rojhilatê Deryaya Spî kete xwarê

Fermandariya Leşkerî ya Amerîkayê li Ewropayê ′EUCOM′ ragihand ku balafireke leşkerî ya Amerîkayê, piştî li rojhilatê Deryaya Spî rastî qezayekê hat, kete xwarê.

Pentagon: Balafireke leşkerî li rojhilatê Deryaya Spî kete xwarê
12 mijdar, 2023   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Leşkerî ya Amerîkayê li Ewropayê ′EUCOM′ bi daxuyaniyekê got balafirê li rojhilatê Deryaya Spî tetbîqat dikir, rastî qezayekê hat û kete xwarê. Lê tu agahiyên li ser çarenûsa tîma balafirê tune ne.

Li gorî daxuyaniyê, gera balafirê tenê ji bo tetbîqatên leşkerî bû , tu nîşaneyên li ser çalakiyeke dijber tune bû û sedema qezayê jî di lêpirsînê de ye. Lê EUCOM′ê cureya balafirê yan jî cihê lê tetbîqat dikir aşkera nekir.

(fr)