Li Tebqayê kesekî dolarên sexte çêdikirin hate girtin

Hêzên Têkoşîna Dijî Tawanan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesekî li taxeke Tebqayê dolarên Amerîkayî çêdikirin, girt.

Li Tebqayê kesekî dolarên sexte çêdikirin hate girtin
12 mijdar 2023   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesekî dolarên sexte çêdikirin girt.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Roja Sêşemê (24ê Cotmehê) hêzên me yên Dijî Tawanan li taxeke bajarê Tebqayê kesekî ku diravên(dolar) Amerîkî sexte dike, binçav kir.

Di encama şopandina hêzên me ji her cureyê tawanan re, em gihaştin kesekî ku dolar sexte dikirin. Ew yek jî piştî guman li ser liv û tevgerên wî hatin kirin, ew hate şopandin û agahî li ser wî hatin komkiirin, dûre hêzên me bi ser wî de girtin û ev tiştên li gel wî hatin desteserkirin:

– (54.500) hezar dolarên Amerîkî yên sexte

Meşrebên H-Bûzê (2)

Amûrên bikaranînê ji bo şewitandina H-Bûzê (2)

Hebên hişbir (3)

Mohrek ji bo sextekirinê (1)

Kêr (2)

Rextê damanceyê (1)

Belgeyên nasnameyê yên sexte

Piştî lêpirsînê li xwe mikur hat ku ji bilî bikaranîna madeyên hişbir, diravên Amerîkî sexte kirine û hêzên me ew ji Dozgeriya Giştî re şandin da ku rêkarên yasayî yên der barê wî de bê bidawîkirin.

Piştî lêpirsînê sextekdar li xwe mikur hat ku dolar sexte kirine, hişbir bi kar dianî, her wiha hêzên me ew ji Dozgeriya Giştî re rêkir da ku tedbîrên qanûnî li dijî wî bigirin."