Jinan bang li gelê Başûr kir: Li hember ajantiya PDK`ê serî hildin

Jinan li navçeya Tirbespiyê bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên PDK`ê û ajantiya wê ya ji dewleta Tirk re serî hildin.

Jinan bang li gelê Başûr kir: Li hember ajantiya PDK`ê serî hildin
27 ÇILE, 2024   04:40
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Li hember kemîna ku hêzên Zêrevanî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li pêşiya komeke gerîla li herêma Amêdiyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê danîbû û di encamê de 2 gerîla birîndar bûbûn, bertekên şêniyên herêmê zêde dibin. 

Jinan li navçeya Tirbespiyê bang li Pêşmergeyên Dêrîn û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember ajantiya PDK`ê bisekinin.

Welatiya bi navê Etiye Hesen got: "Divê pêşmerge haj ji van siyasetan hebin."

Welatiya bi navê Xerme Elî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir li hember siyasetên PDK`ê bi sekinin. Her wiha bang li PDK`ê kir van siyasetan rawestîne, ji ber ku "xiyanetê li doza Kurd dike û xizmeta berjewendiyên dijminên gelê Kurd dike.”

Welatiya bi navê Laman Mihemed jî destnîşan kir ku ew piştgiriya gerîla dikin û dê tola gelê Kurd ji dijminan hilînin.

(şx)

ANHA