Ji bo rizgarkirina şêniyan bi rihekî fedaî kar dikin: Foca Agirkujiyê

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên xizmetguzariyê, tîmên agirkujiyê ketin seferberiyê. Ji wê wextê ve Etiya Abas li navenda focê ya li Qamişloyê her roj erebeyên agirkujiyê kontrol dike. Etiye Abas got "Em her tim bi rihekî fedaî amade ne.”

Ji bo rizgarkirina şêniyan bi rihekî fedaî kar dikin: Foca Agirkujiyê
27 ÇILE, 2024   06:37
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Endamê Foca Agirkujiyê ya Qamişloyê Etiya Abas tevî 20 hevalên xwe 14 şewatên di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser 14 navend û saziyên xizmetguzariyê yên Qamişloyê de di 13-15`ê heman mehê de çêbûne, vemirandin. 

Etiya Abas detayên wê demê wiha bi bîr xistin: "Di şert û mercên herî dijwar de li hemberî dijminekî ku ne exlaq û ne jî rêgezên mirovahiyê nas dike, me kar kir û me şewat vemirandin."

Etiya Abas wiha domand: "Bê derengî, tevahî endamên focê amade bûn biçin her derê."

Her wiha Etiya Abas cihên ku şewat lê vemirandine bi bîr xistin û got: "Me şewatên li nexweşxane, navendên hilberandina oksîjenê, çapxane, navend û saziyên xizmetguzariyê yên din, vemirandin. Bi tevahî hêza xwe me hewl da agirê gur bûye kontrol bikin. Şerek bû, heta me karî em jê bi windahiyên herî kêm derketin."

Li qada navendê, her endamek bi karekî mijûl e, yek depoya erebeyeke agirkujiyê ku nû ji erka xwe vegeriyabû, dadigire, li aliyekî din endamek erebeyeke din a agirkujiyê kontrol dike û jê piştrast dibe ku amade ye.

‘LEŞKERÊN NENAS’

Endamekî din ê focê Xalid El Mixlef got: "Dema bombebaranê erebeya agirkujiyê bi çend metreyan dûrî cihê hedefgirtî rawestand. Dibe ku dewleta Tirk a dagirker dîsa bombebaran bike yan jî tîmê bike hedef mîna li Kobanê çêbûye. Dema balafireke bêmirov tîma agirkujiyê ya ku şewata li kargehekê vedimirand, bombebaran kiribû."

El Mixlef wiha domand: "Di rojên derbasbûyî de, zext pir bû, her roj me kar kir, seferberî hebû. Ji Amûdê heta Qamişlo, stasyona Ude û Rimêlanê me şewatên ji ber bombebaranê çêbûne, vemirandin."

Her wiha destnîşan kir ku hin caran li cihekî şewat vedimirandin, agahî dihat ku cihekî din hatiye hedefgirtin, wek li stasyona kehrebeyê û navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê çêbûye.

El Mixlef wiha berdewam kir: "Em leşkerên nenas in, şert û merc çi bin em amade ne, ji bo ku xetereyê ji ser gelê xwe rakin."

Endamê rêveberiya Foca Agirkujiyê Hisêm Mihemed jî têkildarî karê tîmê wiha got: "Di karê me de her tim em di seferberiyê de ne. Divê ji her rewşekê re em hazir bin. Tîmên me jî li gorî wê 24 saet hazir in ji bo ku biçin hawara gel."

`EM RANAWESTIN`

Li gorî daneyên focê di 6 mehên dawîn ên 2023`yan de 45 şewatên di encama topbarana dewleta Tirk de çêbûne, hatine vemirandin.

Mihemed got: "Hevalên me bi rihekî fedaî kar kir, ruxmî ku dizanin dibe bihatana hedefgirtin mîna bi serê tîma li Kobanê de hatiye. Em ê li ser karê xwe bin, parastina xelkê herêmê û saziyên wê bikin. Ji bo ku tîmên me hazir bin, em dewreyên perwerdeyê vedikin. Bi awayekî asayî amûr û wesayîtên xwe kontrol dikin û sererast dikin ji bo ku kengî pêwîst kir, amade bin."

(şx)

ANHA