Ji Xurmatûyê alîkarî ji bo koçberên li Rojava

Xelkê navçeya Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê ku 80 hezar dolar kom kiriye, li koçberên li bajarê Qamişloyê belav dikin.

Ji Xurmatûyê alîkarî ji bo koçberên li Rojava
Ji Xurmatûyê alîkarî ji bo koçberên li Rojava
Ji Xurmatûyê alîkarî ji bo koçberên li Rojava
Ji Xurmatûyê alîkarî ji bo koçberên li Rojava
Ji Xurmatûyê alîkarî ji bo koçberên li Rojava
Ji Xurmatûyê alîkarî ji bo koçberên li Rojava
Ji Xurmatûyê alîkarî ji bo koçberên li Rojava
Ji Xurmatûyê alîkarî ji bo koçberên li Rojava
21 sibat, 2026   13:34
QAMIŞLO

Xelkê navçeya Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê ji bo alîkariyê bi koçberên li Rojava re, 80 hezar dolar kom kir.

Komeke çalakvan û xwebeşan ên ji Xurmatûyê bi armanca belavkirina alîkariyan derbasî Rojava bûn.

Çav li rê ye ku zêdetirî 500 malbatên koçber ên li Qamişloyê bi cih bûne sûdê ji alîkariyê wergirin.

Berpirsên li ser xebatên belavkirinê disekinin, diyar kir ku ev pêngav di çarçoveya berpirsyariya civakî û neteweyî û xurtkirina hevgirtinê hatiye lidarxistin. Her wiha anîn ziman ku ew ê alîkariyan ji bo koçber û mexdûran bidomînin da ku êşên wan sivik bikin.

Di encama êrişên komên hikumeta demkî de bi hezaran malbat koçber bûne. Hejmareke mezin a koçberan ku li dibistan û avahiyên perwerdeyê bi cih bûne, rewşên zehmet diborînin.

 (bb)