Li Hemayê mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li gundê Zir El Merat ê Hemayê mayînek teqiya û di encamê de zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da.

Li Hemayê mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21 sibat, 2026   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek herêmên Sûriyeyê ji ber şer mayînên hatine bicihkirin, bi şêniyan de diteqin û ji ber vê gelek kes jiyana xwe ji dest didin an jî lingên wan qut dibin. 

Li gundê Zir El Merat a li çiyayê Şair ê Hemayê mayînek teqiya û di encamê wê de zarokekî 17 salî ku navê wî nehat naskirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka sala 2026`an ve ji ber teqîna mayînan 75 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 63 kes jî birîndar bûne.