Saziya Olaf Tao xwest zimanê suryanî bibe zimanekî fermî

Saziya Olaf Tao ya Zimanê Suryanî xwest zimanê suryanî di destûra Sûriyeyê de bi fermî were naskirin.

Saziya Olaf Tao xwest zimanê suryanî bibe zimanekî fermî
21 sibat, 2026   14:24
QAMIŞLO

Saziya Olaf Tao ya Zimanê Suryanî bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê semînerek li bajarê Qamişloyê da.

Semîner bi dirûşma “Zimanê me suryanî, nasname û siberoja me ye, ber bi naskirina zimanê suryanî ve wek zimanekî fermî di destûrê Sûriyeyê de” hat organîzekirin. Endamên sazî, meclis, yekitî, partiyên siyasî, şandeyên ji pêkhateya Suryan ên bajarokê Tirbespiyê, nûnerên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser beşdarî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê endamê Komîteya Rêveber a Olaf Tao Yaqûb Bersûm û endamê Saziya Materyalan a Tirbespiyê Ezîz Tûma ve hat dayîn. Di semînerê de dîroka gelê Suryan û rola zimanê suryanî di pêşxistina şaristaniya Sûriye û Mezopotamyayê de hat vegotin.

Di semînerê de belgefîlmek li ser şûnwarên li Til Birakê, Girê Mozan, Til Helef ên herêma Cizîrê û Dêra Dora Oryos a li berava Firatê hat pêşandan.

Di semînerê de bal kişandin ser Komkujiya Sêfo (1915) û hate gotn dê Suryan her tim dibistanan vekin û zimanê suryanî biparêzin.

Di dawiya semînerê de bang li gelê Suryan hat kirin ku bi hev re daxwaza mafên xwe yên çandî û ziman bikin û zimanê suryanî li saziyên olî û fêrkirinê xurt bikin.

ANHA